Bi hezaran Gerîla man e PKKê mirina wan veşartî ye

Nasnameya 3 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistin PKKê ew jî li sala rabûrî dayne kuştin û mirina wan veşartî hiştbû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 11 Îlona 2025ê nasnameya 3 Gerîlayan aşkere kir ku li rojên 9, 10 û 18 îlon sala rabûrî 2024ê li Başûrê Kurdistanê berê wan dabû mirin û mirina wan li malbatên wan veşartibû.
Navên wan wisaye:
Keyhan Huseyîn ji Kamyaranê ye.
Fehîd Ebdulmuhsin ji Reqqayê ye.
Azad Nazim ji Mêrdînê ye.
HPGê weke tev rêhevalên wan yên ber bi mirinê ve ajotîn, mirina van 3 Gerîlayên xwe jî saleke li malbatên wan veşartibû û ji nû ve hatiye di pesnê wan de dibêje: Me milîtanên xwe yên Apoyî wenda kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan veşartî hiştî, li gorî agahiyên Darka Mazî hêjan bi hezaran keç û ciwan man e ku PKKê mirina wan îlan nekirî ye.