6 salan Berê li Garê hatibûne kuştin, mirina wan ji nû ve aşkere bû

Nasnameya 2 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew jî li sala 2019ê li çiyayê Garê dane kuştin û mirina wan veşartî hiştibû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja şemiya rabûrî 13 Îlona 2025ê nasnameya 2 Gerîlayan aşkere kir ku li 14î Cotmeha sala 2019ê li çiyayê Garê yê li Başûrê Kurdistanê dabûne kuştin û mirina wan li malbatên wan veşartibû.
Navên wan wisaye:
Sezer Bedrettîn ji Bedlîsê.
Bariş Mihemed Elî ji Bedlîsê.
HPGê weke tev rêhevalên wan yên ku ber bi mirinê ve ajotîn, mirina van du ciwanên Kurdan jî 6 salan li malbatên wan veşartibû û ji nû ve hatiye di pesnê wan de dibêje: Me milîtanên xwe yên Apoyî wenda kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dane kuştin û mirina wan veşartî hiştî, li gorî agahiyên Darka Mazî hêjan bi hezaran keç û ciwan mane ku PKKê mirina wan îlan nekirî ye.