PKKê kuştina van Gerîlayan jî ji sala 2022 ve veşartibû

Nasnameya 3 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku berî 3 salan rêxistina PKKê berê wan dabû mirinê û heya roja me ya îro mirina wan li malbatên wan veşartibû.
Li demekê gel piştî pêvajoyê çaverêya vegerîna zarokên xwe dike, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje ew bi salane di jiyanê de nemane.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja pêncşemî 25 Îlona 2025ê nasnameya 3 ciwanên din yên Kurd aşkere kir ku li 9î Çileya 2022 li sînorê Wanê ya Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşan û PKKê mirina wan veşartibû.
Navên van ciwanan wisaye:
Îrza Ejder ji Makoyê.
Şîraz Mehmûd ji Helebê.
Mesûd Mihemed Emîn ji Êlihê.
HPGê berê van ciwanan jî weke bi hezaran ciwanên din daye mirinê û di pesnê wan de dîsa pir bi rûqaymî gotîye: Ew fedayên Apo bûn, ew layqî rêber derketin!.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên kurdan parvedike yên ku di salên berê de feda kirin û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.