Komeka din gerîlayên ku PKKê mirina wan bi salane veşartî

Nasnameya 4 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku ji sala 2020ê ve ketine ber êrîşên dewleta Tirk û rêxistina PKKê mirina wan veşartî hiştibû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja şemî 27 Îlona 2025ê, nasnameyên 4 çekdarên xwe yêk jê jin aşkere kirine ku pêşî 4 salan berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.
Ev 4 ciwanên Kurdan li Hezîran û Tîrmeha sala 2021ê li Gare û Metînayê ketine ber êrîşên dewleta Tirk.
Navên wan wisaye:
Dîlan Mihemed ji Manîsayê.
Ihsan Mensûr ji Amedê.
Firat Şeref ji Wanê.
Jêhat Bagok (navê kod).
PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.
PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de dayne kuştin û mirina wan heya roja me ya îro veşartî hiştî, li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.