Karasu: Ocalan fermana bahçelî bi cîh anî

Rêvebrê PKKê Mistefa Karasu derbarê pêvajoya aştiyê ya ku Tirkiye navê Tirkiyeya bê teror lê dike ragihand ku tişta ku Bahçelî gotî Ocalan bi cîh kir, lê bi vê nêzîkatîya ku niha Tirkiye dike, çi pêşketin çênabe.
Mustafa Karasu ji Medya Haberê re axivî û rûdanên dawî yên derbarê pêvajoya çareseriyê, nirxandin kirin.
Karasu hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re wekî tiştekî “normal” bi nav kir û got ku divê wekî biryareke siyasî neyê dîtin,lê ji ber ku di pêvajoyeke wiha de pêk hatiye divê girîng bê dîtin.
Karasu daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi bîr xistin û got: “Devlet Bahçelî got, ‘Bila rêxistinê fesix bike; bê li meclîsê biaxive’. Ocalan fermana fesixkirina PKKê da, xwest, têkoşîna çekdarî bê rawestandin, me jî fermanên Ocalan bi cih anîn”.
Her wiha Got: “Gotinên Devlet Bahçelî nehatin bicihanîn. Divê bên bi cih anîn. Çawa ku me bi cih anîn, divê Devlet Bahçelî jî, hikumeta AKP-MHPê jî bi cih bîne, daxwazên Apo pêk werin, bibe xwedî derfetên azad ên xebatê”.
Karasu got: “Heta niha ev yek pêk nehat. Ocalan bersiv da daxuyaniya Bahçelî û berpirsiyariya xwe bi cih anî”.
Ocalan li 27 Sibata îsal li ser daxwaza Dewlet Bahçelî banga fesixkirinê li PKKê kirbû û ji rêxistInê re go modêla we nema çekan deynin.
Ocalan ev bang bêy ku ti garantiyek bo Kurdan li Bakurê Kurdistanê ji boy Tirkiyê kir û hêjan jî Tirkiyeyê ti gavên piraktîk di mijara aştiya civakî û çareserîya doza Kurdî de li wê perçeya welat ne avêtiye.