Nêçîrvan Barzanî: Yekgirtina Kurdan li Bexdayê çavkaniya hêzê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, destûra Iraqê bi navê federal e, lê di rastiyê de ji bilî federalîzmê her tişt e. Herwiha tekez kir, tiştê Iraq li hember Herêma Kurdistanê dike “navendparêziyeke gelekî bihêz e.”
Ev daxuyanî îro Çarşemê, 8ê Cotmeha 2025an, di paneleke taybet a Dîdara MERI de, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatin dayîn.
“Destûr hatiye binpêkirin û Iraq ne federal e”
Nêçîrvan Barzanî got, serkirdayetiya Kurd di avakirina Iraqeke nû de ti kêmasî nekiriye û destnîşan kir: “Destûra Iraqê destkefteke mezin bû ku nabe em kêm binirxînin, lê gelo destûr weke xwe hatiye cîbicîkirin? Bêguman na.”
Serokê Herêmê diyar kir, ji bo dîtina Iraqeke xweşguzar ji aliyê siyasî, civakî û aborî ve, şertê yekem pabendbûna bi destûrê ye. Herwiha got: “Pirsgirêka herî mezin a welat ew e ku heta niha nayê zanîn sîstema welat federal e yan navendî ye. Iraq di naveroka xwe de ji bilî federalîzmê her tişt e.”
Di heman demê de, Nêçîrvan Barzanî tekez kir: “Ez bi xwebawerî dibêjim ku kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê Bexda ye, lewma divê em bi wan re bigihîjin encamekê.”
“Yekgirtina Kurdan li Bexdayê çavkaniya hêzê ye”
Derbarê hilbijartinên Parlemana Iraqê de, Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku hilbijartina vê carê gelekî girîng e û destpêka qonaxeke nû ye, lewma divê hemû Iraqî bi hestiyarî nêzîk bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê got: “Divê em weke Kurd beşdarî wan hilbijartinan bibin û xwe îsbat bikin, ji ber ku yekgirtina Kurdan li Bexdayê çavkaniya hêzê ye ji bo Herêma Kurdistanê.”
Pêkanîna kabîneya nû û pirsa mûçeyan
Li ser hilbijartinên Parlemantoyaa Kurdistanê û pêkanîna Kabîneya Dehem a hikûmetê, Nêçîrvan Barzanî da zanîn, hilbijartineke gelekî serkeftî li Herêmê birêve çûye. Herwiha got: “Rast e pêvajoya pêkanîna kabîneya nû demeke dirêj kişand, lê ya girîng ew e ku niha peywendiyeke gelekî baş di navbera PDK û YNKê de heye.”
Herwiha eşkere kir jî, wan qonaxên girîng bi YNKê re derbas kirine û li ser nêrîna siyasî ya ji bo paşerojê û çawaniya reftarkirina bi Bexdayê re “belgeyeke hevbeş” amade kirine û tenê lihevkirina li ser postan maye. Lêbelê, wî got ku ew ne di wê baweriyê de ye ku kabîneya dehem berî hilbijartinên Parlemana Iraqê were pêkanîn.
Serokê Herêma Kurdistanê behsa pirsgirêka mûçeyan kir jî û got: “Piştî hilbijartinên Parlemana Iraqê, divê hem destûr weke xwe were cîbicîkirin, hem jî divê pirsgirêka mûçeyan bi dawî bibe.”