Dagirkirina Kerkûkê di 16 ê Cotmehê de encama polîtîkayên teslîmbûnê yên YNK ê bû

Dagirkirina Kerkûkê di 16 ê Cotmehê de encama polîtîkayên teslîmbûnê yên YNK ê bû

Kerkûk di 16 ê Cotmeha 2017 an de hat dagirkirin. Di operasyona bi serokatiya Qasim Silêmanî de, Pasdarên Şoreşa Îranê, hêzên Heşda Şebî yên Şîe yên alîgirê Îranê,  hîzbûllaha Lubnanê û artêşa Iraqê beşdar bûn. Heşt sal li ser vê bûyera dilşewat derbas bûn, hê weke dûh li bîra Kurdan de maye.

Bi vê dagirkirinê re, li gorî biryareke YNK ê , ji sedî 51 ê axa Kurdistanê radestî hêzên Şîe hat kirin.

Paşê eşkere bû ku di navbera Hadî Amirî, serokê Heşda Şebî ku li Iraqê ti postek fermî nînbû, û serokê YNK ê Bafel Talabanî de peymanek neh xalî hatiye çêkirin.

9 Xalên Peymana Xiyanetkar

Li gorî rapor û gotarên berpirsan, di 16 ê Cotmehê de, piştî nîvî şevê Qasim Silêmanî, Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê, û Hadî Amîrî Serokê Heşdî Şebî, li Kerkukê bi Bafil Talabanî, kurê Sekreterê Giştî yê YNK Celal Talabanî yê rehmetî, hevjîna wî Hêro Talabanî, û biraziyê wî Lahûr Şêx Cengî û Rêveberê Îstîxbarata YNK re civiyan.

Di civînê de, lihevkirinek hat kirin ku bîrên petrolê û balafirgeha li Kerkukê dê radestî hêzên Iraqî û Heşdî Şebî werin kirin, û hêzên Pêşmerge yên girêdayî YNK ê dê ji van deveran vekişin.

Xalên lihevkirinê wiha bûn:

  1. Hêzên Iraqî dê ji nû ve li deverên nakokî li ser bicîh bibin, û hêzên Pêşmerge dê vekişin.

  2. Tevî Kerkukê, dê 17 bajar û nevçeyên Kurdistanê radestî hikûmeta navendî werin kirin.

  3. Li Kerkukê dê rêveberiyek hevbeş hebe. 15 taxên Kurdan, dê ji aliyê Kurdan ve werin birêvebirin, û 25 tax jî dê ji aliyê pêkhateyên din ve werin birêvebirin.

  4. Hikûmeta navendî dê cihên stratejîk ên li Kerkukê kontrol bike, di nav de baregeha leşkerî ya K1, balafirgeh û zeviyên petrolê.

  5. Vekirina Balafirgeha Silêmaniyê.

  6. Mûçeyên karmendên sivîl li Silêmaniyê û Kerkukê ji aliyê hikûmeta navendî ve dê werin dayîn.

  7. Mûçeyên Pêşmerge li sînorê Silêmaniyê de dijîn dê ji aliyê hikûmeta navendî werin dayîn.

  8. Helebçe, Silêmaniyê û Kerkukê dê weke herêmek ji nû ve were tanzîm kirin.

  9. ji bo vê Herêma nû hukumetek were avakirin.

Bafil Talabanî jî ev peyman qebûl kir, ku ji aliyê Parlamenterê Goran Mesûd Heyder ve hate aşkerekirin. Serokê niha yê YNK ê, Bafil Talabanî, tevlî weşana A Haber a Emerîkî bû û got, “Belgeya ku ji aliyê 38 ji 50 endamên rêveberiya  YNK ê ve hatiye îmzekirin li dest min da ye” û qebûl kir ku Kerkûk bi rêya vê peymanê hatiye firotin. Wî her wiha lîsteya îmzeyên ku di destê wî de bûn nîşan da.

Peymanê deriyê dagirkirina Kurdistanê vekir

Ev peyman bi tenê li ser Kerkukê sînordar nebû. Ew li ser dabeşkirina Herêma Kurdistanê bo du beşa û hilweşandina statuya wê bû. Planeke berfireh û qirêj dihat lîstin, û hêzên ku Kerkukê dagir kirin dest bi pêşveçûnê kirin ber bi Hewlerê ve bi rêya Pirdê re û yên ku Duhokê dagirbikin jî bi rêya Sihêla ketin êrişê. Armanc girtina Hewlerê bû.

Plan mezin bû, lê helmeta dîplomatîk a navneteweyî ya tevgera siyasî ya Barzanî û berxwedana leşkerî ya Pêşmergeyan li eniyên Pirda û Sihêla di 20 ê Cotmehê de ev planên xayînane ji nav birin. Êrişa cephê dagirker bi berxwedanekî dastanî hate pûçkirin. Tenê beşek ji peymana neh xalî ya di navbera YNK û Şîeyan de hate bicîhanîn.

Serokê YNK ê Kosret Resûl: Ev xiyaneteke dîrokî ye

Hat ragihandin ku li gel malbata Talabanî, ti berpirsên pilebilind ên YNK ê beşdarî civînê nebûne. Fermandarê Herêma Kerkukê Kosret Resûl, ku piştî wefata mam Celal  bû Sekreterê Giştî yê demkî yê YNK ê, peymana malbata Talabanî bi Îranê re wekî xiyanet bi nav kir û got; “Rast e ku hin endamên YNK ê tevlî refên Bexdayê bûne. Ev xiyaneteke dîrokî ye. Îradeya me nayê şikandin.”

Kosret Resûl du roj piştî bûyeran daxuyaniyek da û got, “Berpirsiyariya karesata Kerkûk û Xurmatûyê di stûyê zihniyeta paşverû ya di nav YNK ê de ye.”

Parêzgarê Kerkûk rehmetî Necmedîn Kerîm, ku li hember rêkeftinê xîyanetê bertek nîşan da, bang li raya giştî kir ku berxwedana çekdarî bikin û diyar kir yên 16 ê Cotmehê xîyanet kîrî re xîyanet karekî pir hêsan e.

Cefer Şêx Mistefa, Fermandarê wê demê yê Hêzên 70 emîn ên Pêşmerge û kesayetekî payebilind ê YNK ê, jî diyar kir ku di nav YNK ê de komek heye ku bi hikûmeta Iraqê û Heşdî Şebî re di nava têkilîda ne û ev kom dixwaze Silêmanî, Hewlêr û Duhokê radest bike, mîna ku Kerkûk radest kiriye. Mistefa got ku koma YNK ê ya ku behsa wê tê kirin dixwaze Heşdî Şebî û Artêşa Iraqê heta Silêmaniyê bîne.

Xiyanet berdewam dike…

Her wiha tê zanîn ku PKK rasterast di xiyaneta Kerkukê de beşdar bû. PKK ê bi hevrêziya bi YNK û Heşdî Şebî re, hêzên xwe ji Duzxurmatu û herêmên derdora Kerkukê vekişand Kampên Silêmanî û Mexmûrê. Piştre, bi taybetî di çapemeniya Tirkî de, kampanyayek mezin da destpêkirin da ku bûyerê veşêre. PKK ê beşdariya xwe di xiyaneta Kerkukê de veşart, û referandûma serxwebûna Kurdistanê ya di 25 ê Îlonê de hedef girt. Pkk niha jî  heman siyasetê didomîne.

Xiyaneta 16 ê Cotmehê ne tenê li Kerkukê, li seranserê Herêma Kurdistanê encamên pir xerab çêkir. YNK hevkariya xwe bi eniya Şîe û têkoşîna xwe ya ji bo desthilatdariyê li Kurdistanê, bi piştgiriyê vî cephê dij-Kurd, didomîne.

Wêneya ku di salvegera heştemîn a xiyaneta Kerkukê de derdikeve holê ev e: Divê xiyanetkar werin darizandin û divê sûcdar werin zîndanîkirin. Ger hesap neyê pirsîn, ev xeta xîyanetkar dê her derfetê de zirarê bigihînin desket û kerametên Kurdistanê.