Erka dawî ya Bafil Talabanî: Herêmên madde 140 ji Kurdistanê veqetandin û hevpeymaniya PKKê-YNKê ya 2014 an

Analîzên siyasî yên ji binyatê dîrokî dûr, pir caran encamên netemam û şaş derdixin holê. Bi taybetî li herêmek bi hevsengiyên pirqatî û nazik ên wekî Rojhilata Navîn, hewl didin ku pêşketinên heyî tenê bi şert û mercên îroyîn ravekirin, xeletiyek cidî ya metodolojîk e. Ji ber vê yekê, ji bo analîzkirina bûyerên siyasî yên heyî bi awayekî saxlem, girîng e ku ne tenê deh salên dawî, lê pir caran hê paşdetir, dînamîkên dîrokî û xalên werçerxê divê werin berçavgirtin. Bi taybetî dema ku mijar bi Kurdan ve girêdayî ye, nêrîna bûyeran tenê bi rûdanên rojane rê li ber encamên pir xelet vedike.
Di meha Nîsanê de, du xalên werçerxê yên şikestuk ji bo Kurdan çêbûn. Ya yekem hilbijartina Serokomarê Iraqê ji hêla YNKê û Erebên Neteweperest û Heşdî Şebî ve bû. Ya duyemîn radestkirina parêzgariya Kerkukê ji YNKê ji bo Tirkmenan bû. Her çend hin derdor bi zanebûn hewl didin ku van her du xalên werçerxê wekî serkeftinên YNKê û hevpeymaniyên siyasî yên bi zorê nîşan bidin jî, lê rewş bi bingehîn pir cûda ye. Û ew bi veqetandina wan ji çarçoveya dîrokî ya ku li jor hatî behs kirin nayên analîzkirin. Em dikarin bûyerê bi kurteberkirina 15 salên dawî di bin çend sernavan de bêtir berbiçav bikin.
Gelo kêşe hevrikîya di navbera YNKê û PDKê de ye, an jî planeke herêmî ye?
Ev demekî demek dirêje, têgihîştineke xelet çêbûye ku pirsgirêk û nakokiyên navxweyî yên li Herêma Kurdistanê wekî nakokiyek di navbera YNKê û PDKê de têne nîşandan. Heta kesên ku di nav van nakokiyan de dixwazin çareseriyên bi niyeta baş bibînin, wekî “divê PDKe hin tawîzan bide, divê PDK bi Bafil re li hev bike.” Lêbelê, bûyer ji ya ku xuya dikin pir cûda ne.
Tiştê ku diqewime ne şerê desthilatdariyê di navbera du partiyan de ye, mesele planeke dorpêçkirin û têkbirina navxweyî ya Kurdan e. di vê xalê de divê ku mîsyona PKKê û YNKê baş were fêmkirin.
Hewldanên ji bo pêşîgirtina li Iraqeke konfederal an bergirikirin bo Iraqeke ne parçebît
Di rewşa herêmî ya Kurdistanê de, şansê herî mezin ji bo Kurdistana serbixwe, an jî qet nebe sîstemek konfederal ku ji federasyonê derbas dibe, di şert û mercên Başûrê Kurdistanê de heye. Başûrê Kurdistanê wekî sîstemek federal şikil girtibû, û di warê komkirina sermayeyê, mîsyona dîplomatîk û hevsengiyên herêmî de gihîştibû hêzek ku ji sîstema federal derbas bike. Ev rewş, ku wekî sîstemek nû xuya dibû, ji hêla hêzên herêmî û hin saziyên Rojavayî, bi taybetî Brîtanyayê, wekî xeternak hate dîtin. Armanca van hêzan ew bû ku rê li ber Kurdan bigirin ku şert û mercên Bihara Erebî ji bo berjewendiya xwe bikar bînin, blokan biafirînin da ku Kurdan ji hundur ve asteng bikin. Ji bo vê rêgirîyê, YNKe û PKKe hatin hilbijartin.
Ev eniya dijî-Kurdistanê, tevî nakokiyên xwe yên navxweyî, di dijberiya li hember Kurdistanê de bi awayekî nerasterast û bi hevkariyê piştgirîya hev dikir. Pêvajoya hevpeymanîya YNKê û PKKê û bikaranîna wan li dijî mezinbûna Kurdistanê bi pratîkî ji hêla Îranê ve hate organîzekirin, di heman demê de Brîtanyayê bêyî ku li ser erdê zêde xuya bibe piştgirî da vê planê.
Yekbûna YNKê û PKKê û deverên nakokî yên Kurd di bin sîbera madeya 140 de
Îran, wekî hêza garantor, ditirsiya ku hêzên Kurd ango Pêşmerge li deverên ku ew ji ber paşvekişandina êrîşên DAIŞê bi kevine bin serwerîya Pêşmergan, yanî deverên (madde-140) nakokî yên di navbera Iraq û Kurdistanê de bi awayekî defakto bikevie ser Kurdistanê. Ji ber vê yekê, Îranê bi bicihkirina PKKê li van deveran hewl da ku hêzên Pêşmerge liv an deveran asteng bike. ji ber vê yekê, hevpeymaniyek di navbera YNKê û PKKê de pêwîst bû.
Piştî sala 1999 an, YNKe û PKKe, ku dijminatiya hevdu dikirin û di şerê 2000 an de li Qendîlê bi dehan kes ji hevdu kuştin, heta sala 2013 an têkiliyeke pir aloz domandin. Kadroyên PKKê û şaxê başûr ê PKKê, PÇDK, nikarîbûn bikevin Silêmaniyê an jî deverên ku di bin kontrola YNKê de ne. Di bihara 2014 an de, wan ji bo baştirkirina vê rewşê tedbîr girtin. Di navbera berpirsên payebilind ên YNKê û PKKê û îstîxbarata Îranê Îtlaatê de hin hevdîtin pêk hatin.
YNKe bi girîngî lawaz bibû û hêza xwe ya pêşeng li herêmên xwe radestî bizava Goran kiri bû. Heta li Silêmaniyê jî, ew bi bû partîya duyemîn. Îranê bernameyek ji bo xurtkirina YNKê û hevpeymanîya bi PKKê re li Başûr da dest pê kirin.
Bi karanîna êrîşên DAIŞê wekî hincet, PKKe li Şingal û Mexmûrê hate bicihkirin. Paşê, plana sereke li Kerkukê hate cîbecîkirin. Di rastiyê de, Kerkuk ne herêmeke ku ji aliyê DAIŞê ve bi giranî êrîş li ser hatibû kirin. Û êriş li Kerkukê, ew ne bi qasî Mûsil û herêmên din bihêz bûn. Lêbelê, ji ber jeopolîtîka Kerkukê, PKKe anîn bajêr da ku şûna Pêşmerge bigirin cih kirin. Hêza ku di 9ê Tebaxa 2014 an de PKKe anî Kerkukê, dewleta Îranê bû. îstîxbaratê Îranê Îtlaatê, li ser navê Qasim Silêmanî li gûndê Dola Tû yê, bi Cemîl Bayik û Mistafa Qarasû re li ser çîbecîkirina hêzên çekdar ên PKKê bo Kerkukê li hev kirin. Ji bilî çend pevçûnan, PKKê li Kerkukê erkekî taybetî tunebû. Lêbelê, Îranê rolekî serke da PKKê Ji aliyekî ve, hêzên ku rasterast bi Muhafizên Şoreşê ve girêdayî û ji aliyê din ve PKKe, xwe li Kerkukê bi cih kirin.
Piştî Kerkûkê, ev proje li Germiyan û Şingalê hate bicîh kirin. Kampa Mehmûr jî bû beşek ji vê pêvajoyê. Piştî êrîşa DAIŞê, diviyabû kamp bihata valakirin û ji xelkê re cihekî din li nêzîkî Hewlêr bihata dayîn, lê bi fermana Îranê, xelkê Mehmûrê bi zorê hatin vegerandin bû wargehê. Heta dawiya sala 2014 an, hêzên PKKê li beşek mezin ji deverên Kurdî yên ku diviyabû bi referandûmê di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de werin destnîşankirin, bi cih bûbûn.
Pirsgirêka sereke li vir ew e ku hevpeymaniya di navbera PKKê û YNKê de wekî ku ew yekîtîyek Kurd an destpêşxeriyek Kurdistanî hate pêşkêş kirin. Lêbelê, di bingeh de, hevpeymanîyek bû ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji holê rake.
Her deverek ku hevpeymaniya YNKê û PKKê lê hebû radestî Iraqê hat kirin
Ger nexşeyê heyî were lêkolînkirin, dê were dîtin ku PKKe, bi bicihbûna xwe li ser xeta Xaneqîn, Germiyan, Tûz Xurmatû, Kerkûk, Mexmûr, Mûsil û Şingalê, dê bê dîtin ku ew li herêmên tam di navbera Iraq û Kurdistanê de hatîye çêkirin.
Ev pêvajo dikare wekî dorpêçkirina hevbeş a Kurdistanê ji hêla YNKê û PKKê ve were xwendin.
Ger serdema di navbera sala 2014 û 2025 an de li ser nexşeyê were lêkolînkirin, dê were dîtin ku YNKê û PKKê, di hevpeymaniya xwe ya hevbeş a 2014 an de, hêdî hêdî her cihê ku ew ketineyê radestî rejîma Şîe ya Iraqê kirine.
Nimûneya yekem a vê yekê Şingal e. Bi rêgirtina li hêzên Pêşmerge ku bikevin Şingalê, PKKê hêza xwe ya li Şingalê di dawiya sala 2015 an de veguherand beşek ji Heşdî Şebî bi navê YBŞ. Niha, her çend li Şingalê hêzên çekdar ên Kurd ne bin jî, artêş û milîsên dilsoz ên rejîma Şîe ya Iraqê hene.
Pêvajoya Kerkukê bi referandûma 2017 an dest pê kir. YNKê, bi rêkeftina bi rejîma Şîe ya Iraqê û Îranê re, çeperên xwe yên li Kerkukê radestî artêşa Iraqê kir. Bi heman awayî, PKKê jî hêzek girîng li Kerkukê hebû. PKKê nêzîkî 150 şervanên xwe li sê kampên cuda li Kerkukê cih kiribûn. Li gorî rêkeftinê, PKKê hêzên xwe vekişandin Mexmûr û Silêmaniyê. Kerkuk hate radestkirin.
Di 19 ê Cotmeha 2023 an de, PKKê çeperên stratejîk ên çiyayê Qereçoxê yên li pişt kampa Mexmûrê radestî Artêşa Iraqê kirin.
YNK ê dixwest zeviya petrolê ya Kulajo li herêma Germiyanê bide Iraqê, lê piştî destwerdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê kabîneya 9 an şunda vekişiya. Her çend PKKe niha xwe hilweşandibe jî û tevî vê yekê jî, hevpeymaniya wê bi dewleta Iraqê û YNKê re berdewam dike. ew di serî de berpirsiyarê bûyerên ku qewimîn û windakirina hindek deverên Kurdan e.
Di encamê de, ne xelet e ku mirov bibêje ku hevpeymaniya PKKê û YNKê, ku di 2014 an de dest pê kirî, bû sedema radestkirina hind herêmên Kurdî bû ser Iraqê ve.
Di dawiyê de, dayîna parêzgariya Kerkukê ji Tirkmenan re qonaxa dawî ya vê pêvajoyê ye.
Tenê ne Pirsgirêkek îdarî ye li Kerkukê; li ser Nasnameya Kurdî ya Kerkûkê tawîzdayîn e
Hin derdor (bi taybetî PKKe û YNKe tên) dibêjin, “Li Hewlêrê rê wezîrekî Tirkmen heye, çima divê li Kerkukê parêzgarekî Tirkmen nebe?” Ev şîrove bêwate ye. Ji ber ku herdu ne yek tişt in. Hewlêr cihekî bi nasname û statuyek diyarkirî ye. Di nav sîstema xwe ya Kurdistanî de, hemû komên etnîkî û olî dihewîne û ji her kesî re cihekî di pergalê de dide. Ji aliyê din ve, Kerkuk bajarekî nakok e ku tê xwestin ku nasnameya Kurd were tunekirin. Qebûlkirina hebûna Kerkukê bi vî rengî wê ji çarçoveya maddeye 140 derbixe. YNKe di xwaze vê rewşa radestkirina Kerkûkê pir asayî nîşan bide.
Erka hevpeymaniya 12 salan a PKKê – YNKê, ku me li jor kurtebir kir, ji xwe ev bû. Şingal ne Kurdistan e, Kerkuk ne Kurdistan e, Mexmûr ne Kurdistan e. Yanî, van herdu hêzan bi hev re herêmên Kurdî radestî Iraqê kirine. Ev ew tişt e ku em jê re dibêjin ji navbirina Kurdan di navxoyî de.
Ji xwe tê zanîn ku dema şerê bi Îranê re dest pê kir, Iraqê daxwaza vekişîna Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hemî deverên ku di nav xala 140 de ne kir. Yanî, wan beşek girîng ji armancên xwe bi dest xistin. Ew tenê dixwazin tevgera berxwedêr a Barzaniyan neçar bikin ku ew jî xwe bikşin û qada sîyasetê bû wan bimîne.
Mîsyona nû ya Bafil Talabanî dê çi be?
Bafil Talabanî dê bi îhtîmalek mezin hewldanek hîn bêexlaqtir bike da ku statuya Herêma Kurdistanê bi demê re kêm bike
Ger em li bûyeran ji vê perspektîfê binêrin, wateya van bûyeran dê rastir kifş bibe. Û mîsyona ku ji Bafil Talabanî re hatiye spartin dê niha mîsyona derbasbûna qonaxa duyemîn a hevkêşeya ku me li jor behs kir be.
Mîsyona Bafil Talabanî ji niha û pê ve dikare wiha were kurtebir kirin: Di du salên dawî de, tevî hemî tawîzan, Bafil Talabanî rê li ber avakirina hikûmetek li Herêma Kurdistanê girt. Ev kiryarek bi zanebûn bû û ne tenê biryara YNKê bû. Ev rewş ji hêla Îranê ve hate pêşeng kirin, wekî ku li jor hate behs kirin, û ji hêla Birîtanya ve hate piştgirî kirin. Û Bafil Talabanî dê bi îhtîmalek mezin hewldanek hîn bêexlaqtir bike da ku statuya Herêma Kurdistanê bi demê re kêm bike.
Piştî ku hema hema hemû avahî û kesên Kurd li Silêmaniyê ji holê rakirin û ti opozîsyonek nehişt, armanca sereke ya Bafil Talabanî ew e ku Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqetîne. Yanî, piştî radestkirina deverên ku madde 140 ne, ji Iraqê re, ev projeyek ji bo hilweşandina Herêma Kurdistanê ji hundir ve ye.
Meseleya Kerkukê û hilbijartinên serokomarîya Iraqê ne serkeftina YNKê ye lê hemî beşek ji lîstikeka ji bo rûxandina statûya Herêma Kurdistanê hatiye çêkirin.