Bêşermî û Durûtî li Silêmaniyê Berz Dibe: We Ne Tenê Xezal Kuşt, We Kurdistan hemî Kuşt…

Xezal-Mewlan-Peshmarga-info

Bajarê Silêmaniyê di van salên dawî de veguherînek mezin derbas kiriye. Bê guman, ne tenê bajar diguhere, pergala siyasî, rewşenbîr, ciwan, sazî, rêxistinên civaka sivîl û di dawiyê de, awayê rêxistinbûn, bawerî, tevger û axaftina mirovan… Guhertina li Silêmaniyê bi xwe re nehevsengiyek di navbera cewher û şikil de, durûtî û bêrawiştî yê di nav hemî kom û beşên civakê de tîne.

Ev rewş nîşana rizîbûnê ye di cîhana rewşenbîrî de. Û ev rizînbûn ji cemawerî dest pê nekiriye û ber bi jor ve belav nebûye; berevajî vê, ew rizîbûn ji jor ve tê, bi sazî, siyasetmedar, navendên hêzê û rewşenbîrên bajêr dest pê dike û dûv re dadikeve nava civakê. Gava ku ew di civakê de cîhek dibe, gendeliya siyasî pir belav dibe.

Ev ne texmînek e; ew diyardeyek berbiçav e ku her roj dikare were dîtin. Û daneyên herî dawî yên ku me ji bo lêkolîna vê diyardeyê hene, şehadeta şervana Pêşmerge ya Komelê Xezal Mewlan Çaperabad û bûyerên piştî wê ne.

Xezal Mewlan Çaperabad di 14 ê Nîsanê de di êrişekî Dronî ya Îranê birîndar bû, dû re nexweşxaneyên Silêmaniyê ew nehewand û di dawiyê de ji ber birînên xwe şehîd ket. Mizgeftan cenazeyê vê Şehîdê bû şuştinê qebûl nekirin, dû re destûr nedan konê sersaxiyê daynin û di dawiyê de, di 18 ê Nîsanê de, îdareya Silêmanîyê destûr nedan ku gel serdana gora wê bike. Li ser vê mijarê tenê çend dengên lawaz ji Silêmaniyê hatin bihîstin. Ev deng bi gelemperî ji kesên nêzîkî Lahûr Cengî bûn ku wan jî ji xezeba Bafil bahra xwe girtibû û otêla Lalezer ew hatibûn kuştin û girtin. Çend kes jî ji YNK ê bûn û ji bo pêşîgirtina li berteka Kurdên Rojhilat, li ber medyayê daxuyanî dan wekî “em jî çûn serdanê”. Lêbelê, raya giştî tu bertek nîşanî vê rewşê neda.

Wezareta Tenduristiyê li ser bûyerê lêpirsînek da destpêkirin. Nexweşxane xwe diparêzin, her kes hewl dide ku ew beşdarî vê bûyerê nebûne. Bêyî ku encam çi be, tiştê ku li Silêmaniyê li dora navê şervana Pêşmerge Xazal qewimî nîşana rizîbûnekî tirsnak e.

Bûyerên welê qewimîn ku mirov bibêje Xazal ne ji hêla droneke Îranî ve, lê ji hêla tiştê ku li Silêmaniyê qewimî ve hatibe şehîd kirin. Di şexsê Xazalê de, welatparêzî li Silêmaniyê hat kuştin. Herêmek ji Kurdistanê hat kuştin.

Lê dîsa jî, xelkê Silêmaniyê di meha Çile de bi hejmareke mezin beşdarî xwepêşandanên ji bo Rojava bûn. Ji ber vê yekê çi qewimî ku ew nekarîn ji bo keçek Pêşmerge ya ji Rojhilat yek gotin jî bikin?  Em dev ji gotinekî qenc biqerîn lê mixabinî ve wan wekî dijminek reftar kirin. Çima? Ji ber ku hilbijartin û helwesta siyasî ya YNK ê ne di wê rewşê de ye ku bikaribe ji bo şervanek Pêşmerge ya şehîd  tiştekî erênî bibêje. Hêzên ku YNK wekî pêkhateya wê tevdigere Xezal şehîd kirin.

Nexweşxaneyên li Hewler, Duhok û Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê bi salan e gerîlayên PKK lê dihatin dermankirin in. Her çend PKK di çapemeniya xwe de xezebê li dijî PDK ê dirijîne jî, gerîlayên wê li nexweşxaneyên Başûr hatin niştegerkirin.

Li Silêmaniyê, di van salên dawî de gerîlayên PKK ê li her derê hene. Ew li nexweşxaneyan tên dermankirin, ew li navendên firoşgehan digerin. Çima nexweşxane ji bo PKK ê vekirî ne lê ji bo Pêşmergeyên Rojhilat girtî ne?

Çima rewşenbîrên Silêmaniyê, yên ku dema ku dor tê ser axaftina li dijî dewleta Tirkiyê, her kevir li ser kevir nahêlin, dema ku dor tê ser Îranê sê meymûna dilîzin?

Bê guman, sedemên vê yekê yên demdirêj hene. Siyaseta YNK ê, ku di navbera sêgoşeya Bexda-Îran-Brîtanya de, her tim siyasetek bêprensîbên Kurdayetî û exlaqî dimeşîne. Ev yek bi salan dirêj re bûye sedema rizîbûnekî bi her awayî. Bi taybetî piştî ku Herêma Kurdistanê bû sîstemek federal, hewldanek pir hişmend hate kirin da ku welatparêzîya Kurd were jinavbirin hate meşandin. Derdorên siyasî yên li Silêmaniyê û çîna rewşenbîrî ya ku piştgiriyê dide wan di bin maskeya welatparêzî û rexneyê de pêşandanên mezin li dar xistin, lê di bingeh de, ev pêşandan xizmeta nasnameya Kurd nekirin. Berevajî vê Kurdayetî nasnameya neteweyî hate lewaz kirin.  Û bi taybetî bi Bihara Erebî re, wan layanan dijberiya PDK ê kirin ji xwe re kirin nasnameya rewşenbîrî. Ev bû sedema rewşek derkeve holê ku nefret ji bo Hewler û Duhok ê, nefret ji bo Barzaniyan, û siyasetek ku hevalbendîya her kesê ku dijminatiya Barzaniyan dikir. YNK ev hesta dijî-Barzanîyan, weke alternatîfek kir mijarek navendî. Ev siyaset pir bi nepenî û zirav hate meşandin.

Û piştî di sala 2013 an de, dema ku Îranê YNK û PKK anîn ba hev, ev pêvajoya manîpulekirina rojevê û hilweşîna welatparêziyê li Silêmaniyê hîn bêtir lez û bez kir. Bi rêya van her du hêzên siyasî, Îranê siyasetek ji bo dijberkirina Kurdan li dijî Tirkiyeyê pejirand. Pêvajoyek dest pê kir ku rewşenbîr û siyasetmedarên li Silêmaniyê, ji bo sîyaseta dijî-kurd a YNK ê nebînin, dest bi gilî û gazinan li ser Tirkiye, Hewler û Rojava kirin.

Di 16 ê Cotmeha 2017 an de, Kerkûk ji aliyê YNK ê ve hate firojtin. Lê rewşenbîrên YNK ê dibêjin wey, “Çima artêşa Tirk li Zapê ye? PDK ê Zap radest kir!” Li Bexdayê, Heşdî Şebî, ku mîna DAIŞ a Şîe xwe birêxistîye, siyasetên dijî-kurd dimeşîne. Rêberên Heşdî Şebî li Silêmaniyê bi azadî digerin. Rewşenbîrên Silêmaniyê xiyaneta hevpeymaniya bi Heşdî Şebî re li ber çavan  paşguh dikin, lê dîsa jî ew derdikevin û li ser Rojava çîrokên welatparêziyê diavêjin.

A ha ev durûtî ye. Ev ji rêya neteweyî derketin e. Li Silêmaniyê, siyasetmedar û rewşenbîran ramanên îdeolojîk, gotinên siyasî û vegotinên yekîtiya Kurd ên ji rastiyê dûr afirandin da ku xiyaneta YNK ê rewa bikin. Li Silêmaniyê, Kurdbûn xelet hate pênasekirin, dijmin xelet hate pênasekirin, Kurdistanîbûn xelet hate pênasekirin, rêberî  xelet hate pênasekirin û demokrasî xelet hate pênasekirin. pêkhateya rewşenbîrî û siyasî li ser derewan hatiye avakirin.

Xezal ne bi dorna Îrana dagirker lê bi bêdengîya bajarê milyonî Silêmanîyê şehîd ket.

Bafil Talabanî ciwanên Kurd li Otêla Lalezar zindî şewitandin. Gelê Silêmaniyê çavê xwe jê re girt. Kerkûk hate firotin wan çavên xwe jê re girt. Heşdî Şebî Silêmanî kir navenda xwe wan çavên xwe jê re girt. Rewşenbîrên Silêmaniyê ewqas xwe kerûlal kirin di dawîyê de bûn duvikê siyasîyaseta YNK ê. Niha, heke siyaseta Bafil Talabanî gihîştiye rêjeyek ewqas tirsnak, ji ber bêdengîya cemawerî û durîtîya “rewşenbîr”ên Silêmanîyê ye.

Bê xwedîtîya cenazeyê şehîd Xezalê careke din vê welatparêziya durû û rizîbûna li Silêmaniyê tîne ber çavê me. Pêşmerge Xezal ne bi dorna Îrana dagirker lê bi bêdengîya bajarê milyonî Silêmanîyê şehîd ket.