Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê çalakîya Demê weke hewla sabotekirina pêvajoyê nirxand

Li Dîyarbekirê, bi banga Meclîsa Ciwanan a DEMê meşek hate lidarxistin û daxwaza azadiya Abdullah Öcalan hate kirin.
Parlamentera Mêrdînê ya Partiya DEMê Beritan Güneş, Parlamenterên Dîyarbekirê Serhat Eren, Adalet Kaya û Mehmet Kamaç û gelek kesên din beşdarî vê meşê bûn.
Armanc ew bû ku posterê Ocalan li ser bircê Ben u Sen a li Sûrê daliqînin. Meş li ser Pira Alî Pınarê dest pê kir. Kom, bi fîşekên hewayî, 2 kîlometre meşiyan, polîsan li ber deriyê Ruhayê sekinîbûn xwestin ku, xwepêşander li wê derê daxûyaniya xwe bidin û belav bibin.
Berpirsên xwepêşandanê gotin ku, emê bighin birca û lê wê derê daxûyaniya xwe bidin.
Di navbera polîs û koma meşê de alozî derket. Piştî aloziyê, polîsan ji bo belavkirina komê gaza rondikrêj bikar anî.
Hinek gotin hatin kirin û kesekî bi mikrofonê polîs wek dijmin navkir û slogana , “Em ê li pey terorîstan biçin,” û “Yan hûn wî dîwarî vekin, an jî em ê wî dîwarî li ser we hilweşînin.” Piştî destwerdana polîsan, xwepêşender belav bûn.
Li ser vê yekê wezîrê navxwe daxûyaniyek da û got: “Kes nikare polîsên me, yên ku bi fedakarî xizmetê dikin wek, dijmin bi nav bike. Em ê destûrê nedin vê yekê, ez vê yekê şermezar dikim. Divê her kes li ziman û gotarên xwe haydar be.Tirkiyeyek bê teror ne tenê projeyek ewlehiyê ye; ew projeyek aştî, pêşkeftin û mezinbûna biratiya me ye. Ew armancek şaristanî ye. Yên ku dixwazin pêvajoyê sabote bikin hene..”
Rstiyek heye ku, ji herdu aliyan jî hinek kes naxwazin ev “pêvajo” serbikeve û bi awayekî hewldanên sapotekirinê hene. Hjnek naxwazin ji dev ranta bi awayekî destxistine berdin.