Bi navê Kurdistanê xapandin û bo bihêzkirina Tirkiyeyê dan kuştin

Nasnameya 6 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li sala 2018ê li Başûrê Kurdistanê bo demokratîkirina Tirkiyeyê da ne kuştin û mirina wan li malbatên wan veşartibû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja duşemî 20 Cotmeha 2025ê, nasnameyên 6 çekdarên xwe aşkere kirine ku pêşî 7 salan berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.
Ev ciwanên Kurdan li meha Adara 2018ê li Başûrê Kurdistanê ketibûn ber êrîşên dewleta Tirk.
Navên wan wisaye:
Canso Urdû ji Agiryê.
Zîlan Avşar ji Erdexanê.
Firat Ebdulezîz ji Wanê.
Serkan Şehabeddîn ji Mûşê.
Şaho Qasim ji Sineyê.
Swat Kaya ji Wanê.
PKKê ev ciwanên Kurdan weke bi hezaran rêhevalên wan, bi navê Kurdistana şêrîn xapandin û piştre ew bo pirojeyê Biratîya Gelan û bihêzkirina Tirkiyeyê dan kuştin, îro jî hatiye di pesnê tevan de gotiye ew bûn afrênerên jiyana azad, jiyana ku Tirk tê de her tişte û Kurd ne tiştek!!.
Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê û bi dawî bûna çalakiyên çekdarî, malbatên Gêrîlayan li benda vegera zarokên xwe ne, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje: Zarokên we bi salane di jiyanê de nemane.
Li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.