Bahçelî: Îmraliyê soza xwe bi cih anî, divê PKKe çekan bişewitîne

Serokê giştîyê MHPê Devlet Bahçeli ragihand ku “PKKe hatiye fesixkirin û Îmraliyê soza xwe bi cih aniye, niha dor hatiye ku hemû pêkhateyên rêxistinê çekên xwe bişewitînin”.
Devlet Bahçeli îro di civîna koma partiya xwe ya li parlamentoya Tirkiyê de axivî û behsa pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê kir.
Bahçeli diyar kir ku li dijî pêvajoyê kompilo di dewrê deye û got: Ji bo têkbirina kompiloyê “mekanîzmayek” di dewrê deye.
Herweha got: “Dewleta Tirkiyê bi welat û miletê xwe re yekparçeye. Armanca me ya Tirkiyeya bêteror parastina vê yekparçebûnêye”.
Devlet Bahçeli destinîşan kir, ragihandina Îmraliyê ya ku dibêje dewleteke neteweyî ya cuda, federasyon û xweserî nîne û rêxistina terorê bêwate bûye, daxuyaniyeke gelekî girînge û got: Niha dor hatiye ku hemû pêkhateyên rêxistinê çekên xwe bişewitînin.