Bandora İmralı li ser Rojavayê Kurdistanê!

Bandora İmralı li ser Rojavayê Kurdistanê!

Tê îdîa kirin ku, di van rojên dawî de, li kulîsên siyasî û li ser medyaya civakî agahîyên şok, ku çavkanî û rastiya wê nehatiye piştrastkirin, bi lez belav dibe û bûye sedema nîqaşeke nû li ser hevsengiyên hesas ên herêmê û Rojavayê Kurdistanê.

Tê îddîakirin, Abdullah Ocalanê ku li Îmraliyê karargah avakirîye; bi riya telekonferansekê bi rayedarên pilebilind ên Rojavayê Kurdistanê (Rêveberîya Xweser) re axiviye û di vê hevdîtinê de alozî derketiye.

 Li gorî îddîayan, Ocalan bi rêya konferanseke vîdyoyî talîmat daye heyeta 12 kesî ya Rêveberiya Xweser, ku di nav wan de Berpirsyara Têkiliyên Derve Îlham Ehmed jî heye. Esasê vê talîmatê ev e ku Abdullah Ocalan ji Rêveberiya Rojava xwestîye ku; “Derhal bi rejîma Şamê re têkeve têkiliyê, danûstandinan bike û hêzên xwe yên leşkerî bi artêşa Sûriyê re yek bike.”

Ev, di pratîkê de, tê wateya tasfîyekirina avahiya xweser a heyî û beşdarbûna bi otorîteya navendî ya Sûriyê re.

Tê gotin ku di civînê de kesekî li hemberî vê “fermana teqez” îtiraz nekiriye. Lê Îlham Ehmed, Berpirsyara Têkiliyên Derve, hewl daye rewşê rave bike û diyar kiriye ku; “rastiya li qadê sepandina vê biryarê zehmet dike û ev biryar ne ji hevalbendên navneteweyî re û ne jî ji gel re nayê qebûlkirin.”

Beşa herî balkêş û ji aliyê exlaqî ve herî biproblem a îddîayê ew e ku, Ocalan li hemberî vê îtiraza  Îlham Ehmed, bi tundî bertek nîşan daye. Tê îddîakirin ku Ocalan bi gotineke pir giran û bi heqaret Îlham Ehmedê hedef girtiye û ew ji civînê derxistiye. Li gorî îddîayê, Ocalan Rêveberiya Rojava bi hevkariya bi hêzên rojavayî (DYA, Fransa) re tawanbar kiriye û hêrsa xwe aniye ziman, ji ber ku fermanên wî yên vê dawîyê li Rojavayê Kurdistanê nayên cîbicîkirin.

Demek dirêje agahîyên ku Ocalan bi name û rêya telefonê mudahaleyî Rêveberî xweser dike. Pir caran rêveberên Rojavayê Kurdistanê mecbûr kirine ku bi MİT’a tirkan re dan û stendinan bimeşînin û daxwazên wan qebûl bikin. Ev îddîa, heke rast be, ji gelek aliyan ve nîqaşên kûr bi xwe re tîne:

Talîmata Ocalan a yekbûna bi rejîma Şamê re, bi stratejîya bingehîn a Rêveberiya Rojava, ku salên dirêj bi îdeala xweserî û konfederalîzma demokratîk tevdigere, nakok e. Ev yek, ji bo pêşeroja miletê Kurd li herêmê û hevalbendiyên navneteweyî yên Kurdan, dibe ku bibe sedema şikestineke bingehîn.

Kesekî ku li Îmralîyê ji xwe re karargahek avakirîye, di destê dewleta tirkan de ye û xizmetê ji kurdan re nake. Çawa têt qebûlkirin ku bi rêya telekonferanseke wisa ya pilebilind biryareke herî krîtîk a herêmê bide?

Ev mekanîzmayên siyasî ku li Îmralî hatine avakirin, nîşan dide û îspat dike, stratejîya li ser kurdan têt meşandin, stratejîya kûraya dewleta tirk bi xwe ye. Ev rewş, bandora sembolîk û fiîlî ya dewleta tirkan-Ocalan li ser tevgera PKK jî piştrast dike.

Îlham Ehmed, yek ji rûyên herî naskirî yên Rêveberiya Xweser e û di qada navneteweyî de herî zêde tê muhatabgirtin. Ev heqaret û derxistina ji civînê (heke çêbûbe), ne tenê meseleyeke şexsî ye, di heman demê de weke bertekeke li hemberî girîngiya destkevtinên miletê Kurd, ku Rêveberiya Xweser ji têkiliyên dîplomatîk û navneteweyî re dide jî bêt qabûlkirin.

Heqareta li Îlham Ehmedê û derxistina wê ji civînê (heke çêbûbe), ji nîqaşeke di navbera du kesan wêdetir, bi awayekî zelal cudatiyên îdeolojîk û stratejîk ên di navbera baskên cuda yên tevgera PKK-Ocalan û miletê Kurd derdixe holê.

Di demekê de ku Rêveberiya Xweser li qadê hêzeke fiîlî ava kiriye, fermana “vegerê” an “teslîmiyetê” ya ji çavkaniya îdeolojîk a sereke, dikare têkoşîna Rojavayê Kurdistanê ji bo diyarkirina çarenûsa xwe bibe qeyraneke nû. Ev îddîa, careke din nîşan dide ku pêşeroja herêmê ne tenê li eniyê, lê di heman demê de bi talîmatên ku Abdullah Ocalan û dewleta tirkan ku di pişt perdê tên meşandin, binpêkirina îradeya miletê Kurd bi xwe ye.

Dewleta tirk û Abdullah Ocalan bi hev re vê binpêkirina îradeya miletê Kurd dimeşînin. Divê miletê Kurd li henber vê bandora xerab xwedî helwest be û rê nede ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê derfeta destkevtinên xwe wenda bikin.