PKKê li 2018ê berê van ciwanan dabû mirinê û îro mirina wan aşkere bû

PKK-8-2018-mirin-ciwan-kurd-gerila-Info

Nasnameya 8 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li sala 2018ê li Avaşînê, Zapê û Xakurkê da ne kuştin û mirina wan li malbatên wan veşartibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja 25 Cotmeha 2025ê, nasnameyên 8 çekdarên xwe 4 jê keç aşkere kirine ku pêşî 7 salan berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.

Ev 8 ciwanên Kurdan li mehên Gulan û Hezîrana 2018ê li herêmên Avaşînê, Zapê û Xakurkê yên Başûrê Kurdistanê ketbûn ber êrîşên dewleta Tirk.

Navên wan wisaye:

Mehemed Kadir ji Amedê.

Yeter Selahettîn ji Mûşê.

Îbrahîm Rahmî ji Colemêrgê.

Rewşen Mithet ji Wanê.

Hidir Mehmûd ji Mêrdînê.

Kewser Ehmed ji Rihayê.

Zozan Dundar ji Wanê.

Mehsûn Remzî ji Mêrdînê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin!.

Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê û bi dawî bûna çalakiyên çekdarî, malbatên Gêrîlayan li benda vegera zarokên xwe ne, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje: Zarokên we bi salane di jiyanê de nemane.

Li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.