Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din yê 14 salî revandin

Çeteyên PKK’ê "Ciwanên Şoreşger" zarokekî din yê 14 salî revandin

Rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) li bajarê Kobanê yê Rojava Kurdistanê zarokek din yê 14 salî revandin.

Jêderekî xwecihî ji bajarê Kobanê ragihand: “rêxistina Ciwanên Şoreşger zarokê bi navê Şadî Elî Ebdî ku temenê wî di bin 18 saliyê de ye, di roja 17/10/2025ê li bajarê Kobanê bi mebesta ku wî di nava refên yekîneyên parastina gel “YPG” de bikin çekdar revandiye.

Şadî Elî ji şêniyên gundê Qumlix yê ser bi Kobaniyê ye, pêş niha malbata wî li bajarê Dîmeşqê jiyan dikir, lê piştî destpêkirina şoreşa Sûriyeyê di sala 2011an de vegerîne gundê xwe.

Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekbûyî re pilanek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava hêzên çekdar de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bi dawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca rêxistina “Ciwanên Şoreşger” revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên PKK’ê deye.