AKPe û Dem Partî pesnê vekşîna PKKê dikin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, piştî daxuyaniya PKKyê ya vekişîna ji Tirkiyeyê, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Tuncer Bakirhan biryara vekişînê wekî “îradeya herî bi biryar a li ser rêya aştiyê” û “banga herî xurt a ji bo serdemeke nû” bi nav kir.
AK Partiyê di daxuyaniyên xwe yên destpêkê de biryara vekişînê ya PKKyê bi erênî pêşwazî kir.
Piştî biryara vekişîna hêzên PKKyê ji Tirkiyeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê dê roja 30ê mehê pêşwaziya heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bike.
Duh roja yekşemî di gaveke nû de PKKê li ser banga Ocalan biryara vekşîna tev hêzên xwe ji bakurê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê da.
Biryara vê vekşînê Ocalan daye bêy ku ti garantiyek ne ji bo pêvajoyê û ne jî ya dubare derketina şer hebe, tevî ku piranya hêzên PKKê li Başûr cîh digirin û ti hêzên wisa li Bakur tune.
Li gorî raporên Yekêtîya Ewropayê yên sala 2021ê sedî 90 ya pevçûnên PKKê û Tirkiyeyê li ser xaka Başûrê Kurdistanê tên encam dayîn û PKKê ti çalakiyên wisa li Bakurê kurdistanê ku meydana wê ya berxwedanê ye û herwiha Tirkiyeyê tune.