Reyan Kildanî medyakarên Mûsilê erikdar kirine êrîş Kurdan û PDKê bikin

Reyan Kildanî rêberê tevgera “Babilyon” ku tevgereke siyasî û çekdarî ya di çarçûveya Heşda Şabî de ye, hejmareke medyakarên Mûsilê erikdar kirine ku êrîşî Kurdan û PDKê bikin û gotara kîn û nefretê belav bikin.
Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin ku ji destpêka bangeşya hilbijartina parlmentoya Îraqê, bi ferman û raspardeya Reyan Kildanî, êrîş li ser PDKê û Kurdan li Mûsilê û Deşta Neynewayê tê kirin, herî dawî Kildanî pena bo medyakaran biriye û bi rîya wan evan êrîşên xwe dewam dike.
Çavkaniyên me destnîşan kirin, yêk ji medyakarên ku Reyan Kildanî 25 milyon dînar pere û otomobîlek pê day, medyakara bi navê “Zuha Welîd ELzubeydî” ye, ev kojme weke bedel pêş êrîş û gotarên wê yên nefretî li ser Kurdan û taybet PDKê hatîye dayîn.
Li gorî agahiyên me, medyakara bi navê Zuha, navê wê yê rastîn, “Zuha Welîd Elî Elcihêşî” ye, Ereb e û ji şêniyên alê çepê yê Mûsilê ye, ew weke raghandkar bi Reyan Kildanî re di xebite, hejmareke rûpelan li medyaya civakî hene û bi rîya wan êrîşî Kurdan, rêberê Kurdan serok Barzanî û PDKê dike.
Çavkaniyên me aşkere kirin ku ev kesa bi navê Zuha Welîd Elzubeydî di hesaba xwe ya kesî de jî bi raspardeya kesên bi navên “Merwan Taî, Omer El Mewla” û herweha Reyan Kildanî rexneyên bê bingeh li PDKê digre.
Herweha aşkere kirin, rûpeleke din ya bi navê “Memleket Neynewa” ku ji hêla Zuha Welîd Elzubeydî ve tê birêvebirin, êrîşên herî tund li ser Kurdan, PDKê, hêzên asayîş û partiyên Kurdistanî dike ji şêniyên Mûsilê dixwaze ku dengî bi Kurdan û partiyên Kurdistanî nedin.
Çavkaniyên Darka Mazî, aşkere kir ku Reyan Kildanî ji boy vê karê wê, 25 milyon dînar pere û otomobîlek bi Zuha Welîd Elzubeydî daye.
Hêjay gotinê ye, birayê Zuha Welîd Elzubeydî, yêk ji çekdarên DAIŞê bû li Zummar û Şengalê, li dijî Pêşmergey şer kirî ye, piştre ji hêla hikûmeta Îraqê ve hatiye desteser kirin û bi alîkarîya Reyan Kildanî serbest hat berdan û niha bo berjewendîya Kildanî dixebite.
Bavê Zuhayê, Welîd Elzubeydî jî bi yêk ji rêberên tevgera Neqşebendî tê hesab kirin, niha weke çavkanî û ajan bo “îstixbarata Heşda Şabî” di xebte, hemwext têkiliyên wî bi “Haris El Beyatî” berpirsê ofîsa tevgera Nuceba ya li Mûsilê jî hene.