Mîrê Êzidiyan: Ji bo vegera bi serbilindî bo Şingalê, dengê xwe bidin

Mîr Hazim Tehsîn Beg bang li civaka Êzidî kir ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibin da ku mafên xwe bi dest bixin û nûnerên ku parastina ax û niştimanê wan dikin, hilbijêrin.
Mîrê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg piştî ku îro 11ê Mijdarê li Şêxanê dengê xwe da ragihand, jenosîda li dijî gelê Êzidî hîn jî berdewam e û bang li civaka Êzidî kir ku bi awayekî çalak beşdarî hilbijartinan bibin da ku vegera bi rûmet a ji bo Şingalê misoger bikin.
Mîr Hazim Tehsîn Beg di axaftina xwe ya ji bo rojnamevanan de got: “Îro rojeke girîng û dîrokî ye, ji ber ku heta niha jî jenosîda li dijî civaka Êzidî berdewam e û xelkê Êzidî hîn jî di kampan de û di bin konan de dimînin.”
Herwiha tekez kir ku divê deng ji wan kesan re were dayîn ku “ji bo bidestxistina mafan şer dikin û hewl didin qerebûyê ji bo welatiyan misoger bikin û xizmetguzariyê bigihînin Şingalê, da ku welatî bi serbilindî vegerin Şingalê.”
Mîrê Êzidiyan herwiha bal kişand ser girîngiya beşdariya çalak a welatiyên li sînorê bazneya Neynewayê da ku mafên wan werin vegerandin.
Mîr Hazim peyameke taybet arasteyî civaka Êzidî kir û got: “Îro hûn hemû biçin navendên dengdanê. Weke ku Serok Barzanî gotiye, dengê xwe bidin wan kesên ku hûn bi xwe dixwazin û dengê xwe bidin wan kesên ku berevanî û parastina mafên welatiyên Êzidî, ax û niştiman dikin.”
Li parêzgeha Neynewayê, ji 34 kursiyên giştî, kurseyek ji bo pêkhateya Êzidiyan, kurseyek ji bo Mesîhiyan û kurseyek ji bo Şebek weke kota hene. Hejmara giştî ya dengdêran li bazneya Neynewayê 1,969,179 kes e, ku li 873 navend û 3,861 wêstgehên dengdanê mafê wan ê dengdanê heye, da ku nûnerên xwe ji bo xula şeşem a Parlamentoya Iraqê hilbijêrin.