Pervîn Buldan: Em derbasî pêvajoyeke erênî ya aştiyê bûn

Pervin-Buldan-Pevajo-Erdogan

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê ragihand ku di pêwendiyên derbarê pêvajoyê hemû alî, dewlet û hikûmet jî di nav de xwedî “îradeya çareseriyê” ne û got, “Em ketine pêvajoyeke erênî ya aştiyê.”

Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa pêvajoya heyî û hevdîtina wan a dawî ya bi Abdullah Ocalan re kir.

Wê her wiha behsa hevdîtina xwe û Mîthat Sancar a wekî Heyeta Îmraliyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî kir.

Pervîn Buldanê got, “Îradeyek heye. Îradeyeke ku dixwaze vî karî çareser bike heye. Ez vê yekê bi hemû samîmiyeta xwe dibêjim.”

Bi gotina Pervîn Buldanê, Ocalan, Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji bo ku pêvajoya çareseriyê bidome rijd in.