Qurbaniyên şerê saxte yê PKKê Tirkiyê her roj aşkere dibin

PKK--Gerila-Turkey-Net

Nasnameya 5 ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistina PKKê ew li sala 2017ê li herêmên Avaşînê, Metîna û Zapê da ne kuştin û mirina wan veşartibû.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja 12 Mijdara 2025ê, nasnameyên 5 çekdarên xwe yek jê keç aşkere kirine ku li sala 2017ê li herêmên Avaşînê, Metîna û Zapê berê wan daye mirinê û heya roja me ya îro mirina wan veşartî hiştibû.

Navên wan:

Hatice Yusif ji Meletiyê.

Huseyn Yusif Ziya ji Agiryê.

Yeqûb Mehmet ji Mêrdînê.

Omer Mistefa ji Agiryê.

Azad Fehîm ji Mûşê.

PKKê di pesnê tevan de gotiye ew milîtanên me yên Apoyî bûn, xwe fedayê Apo kirin, wan wezîfeya xwe bi serkeftî bi cîh anîn!.

Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê û bi dawî bûna çalakiyên çekdarî, malbatên Gêrîlayan li benda vegera zarokên xwe ne, lê belê PKKe her roj wêneyên komên wan parvedike û ji malbatên wan re dibêje: Zarokên we bi salane di jiyanê de nemane.

Li gorî agahiyên destê me, hêjan bi hezaran ciwan ma ne ku nasnameya wan veşartî maye û PKKê mirina wan îfşa nekirî ye.