Mesrûr Barzanî û Francois Tricot metirsiyên terorê li ser Iraq û Sûriyeyê nîqaş kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Bilind ê Fransayê di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de kir û pê re pêşxistina têkiliyên Fransa û Herêma Kurdistanê, rewşa ewlehiyê ya Iraqê û rûbirûbûna metirsiyên terorê û gefên DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê nîqaş kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 15.12.2025) pêşwaziya Nûnerê Bilind ê Fransayê di Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de General Francois Tricot kir.
Herdu alî li ser girîngiya berdewambûna piştevanîkirina hêzên Pêşmergeyan û hevahengiya di navbera Hevpeymaniya Navneteweyî û Herêma Kurdistanê de ji bo rûbirûbûna terorê û parastina ewlehî û aramiya deverê hevnerîn bûn.