Cemîl Bayik, ku endamê damezrîner ê PKK’eya hilweşîyaye û hevserokê KCK’ê ye, demek dirêj e ji medyayê dûr e. Di heft mehên piştî kongreya hilweşandina PKK’ê ya 7 ê Gulanê de, Bayik tenê sê caran bi medyayê re axivîye. Di van axaftinan de, Bayik pesnê dîroka xwe da û dilsoziya xwe ji bo Ocalan nîşan da, lê bi eşkereyî piştgirî neda pêvajoya siyasî.
Lêbelê ji ber bêdengiya Cemîl Bayik, ku wekî kesê duyemîn yê PKK’ê û destê rastê yê Ocalan tê dîtin her kes dipirse: “Cemîl Bayik li ku ye, û çima bêdeng e?”
Li gorî çavkaniyên PKK’ê, Cemîl Bayik ji pêvajoya ku Ocalan dest pê kiriye aciz e. Lêbelê, acizîya wî ya herî mezin ji ber gotinên Ocalanin ku goyiye “Bila Cemîl were Îmraliyê ba min.”
Tê zanîn ku Bayik demek dirêj e bi Ocalan re di nava pevçûnek veşartî de ye. Ocalan berî girtina xwe di sala 1999 an de ew ji kar dûrxist, jê re got “dînozorê porspî”, û ragihand ku êdî cihê wî di nav PKK’ê de nîne.
Lêbelê, Ocalan hate girtin û Bayık di navbera salên 1999 û 2025 an de, ango di mawê 26 salan de, PKK’eya xwe ava kir. PKK’eya ku Ocalan hilweşandî, di rastiyê de PKK’eya Cemîl Bayık bû. Cemîl Bayık ji vê yekê pirr aciz e.
Lê Bayık Ocalan baş nas dike û dizane ku heke ew peyvekê ku Ocalan jê aciz bibe bike, Ocalan bêyî dudilî dê wî ji holê rake. Ji ber vê yekê, ew polîtîk nêzî Ocalan dibe. Di kongreya PKK’ê de, wî sond xwar ku “dilsoziya bêdawî ji Ocalan re” bide. Lêbelê, piştî kongreyê, wî xwe ji xebata çalak dûr xist, bi hinceta “tenduristiya xwe ya nebaş”.
Ocalan xwe şûnde dayîna Bayık ferq kir. Li gorî çavkaniyên PKK’ê, di hevdîtinekê de di meha Tebaxê de, Ocalan got, “Heke ew nexweş be, bila were vir û li Îmraliyê bi min re bimîne.” Cemîl Bayık bi tundî bertek nîşanî gotinên Ocalan da. Ew ket nav têkçûneke derûnî. Tê ragihandin ku wî ji kesên li dora xwe re gotiye, “Serok dîsa dîn bûye,” û bi tevahî ji xebatê vekişiya.
Bayik êdî naxwaze kesî bibîne û ji ber sedemên tenduristiyê bi tevahî ji kar vekişiyaye. Cemîl Bayik niha li deverek nêzîkî Silêmaniyê, ku hindik kes pê dizanin, bi komek ji pasewanên ewlehiyê, bijîşkek û fîzyoterapîstek re dijî. Tenê carinan mêvanên taybet serdana wî dikin. Lêbelê, tê gotin ku bijîşkek ji Îranê hatiye. Gelo mêvanên wî tenê bijîşkin an jî bi hinek layenan re civînan dike, vê yêkê serkirdeyên PKK’ê jî nizanin.
Besê Hozat û tîmek kordînasyonê ya ji sê kesan xebatên rêxistinê dimeşînin.
Yên ku Cemîl Bayik nas dikin dibêjin ku her cara ku ew bi Ocalan re pevçûn dike, ew pirsgirêkek tendûrîstî dike hincet da ku bi rojan razê û televîzyonê temaşe bike, bi vî rengî xwe jibîrve dike. Çavkanî destnîşan dikin ku Bayik niha jî heman tiştî dike, tenê film û fîlm kartonan temaşe dike.
Belê, çarenûsa Cemîl Bayik bi Ocalan û pêvajoyê ve girêdayî ye.