Gelo PKKê û dewleta Tirk pêvajo sekinandine?

Di rojên dawî de, berpirsên PKKê derbarê pêvajoya teslîmbûnê de daxuyaniyên neyînî didin.

Di daxuyaniyekê de ku di Îlonê de hatibû dayîn, Cemîl Bayik got, “Em ji bo şerekî mezin amade ne.”

Di 6ê Cotmehê de, Mustafa Karasu got, “Pêvajoya aştiyê gihîştiye xaleke bêçare; ti gavên berbiçav nayên avêtin.”

Bese Hozat got, “Tirkiye tu pêngavan navêje; eger rewş bi vî awayî bidome, em jî wê neçar bimînin ku bikevin nav nîqaş û nirxandinên cuda”…

Gelo bi rastî pêvajo gihîştiye xaleke bêçare, û tu pêngav nayên avêtin?

Berî her tiştî, divê em bipirsin: PKKê ji bo helweşandina xwe û danîna çekan ji dewleta Tirk re şertên çi danîbûn, ku niha ew li bendê ye dewleta Tirk pêngava yekem bavêje? Abdullah Ocalan jixwe di nameya xwe ya 25ê Sibatê de diyar kiribû ku wî ji bo Kurdan tiştekê wekî dewlet, federasyon, mafên çandî an jî xweserî daxwaz nekiriye.

Mercê yekane yê Ocalan ewe ku serbest were berdan û were garantîkirin ku karibe bi medyayê re biaxive. Rêberên PKKê jî, qet behsa mafên destûrî yên Kurdan an mijarên bi vî rengî nakin. Ew jî dibêjin ku divê Ocalan were berdan, lê di rastiyê de ew hewl didin ku xwe bêxin nav hevkêşeyê û li çareseriyekê digerin ku misoger bike ew jî, ‘di çavê gel de wek qehreman bimînin’.

Rêberên PKKê jixwe bi dorê serdana Îmraliyê dikin da ku bi Ocalan re bicivin. Her wiha vîlayek ji bo Ocalan hatiye çêkirin, û tê gotin ku rojnamevan jî dê di demek nêzîk de li wir serdana wî bikin.

Bi gotineke din, hema hema hemû şertên ku Ocalan xwestibûn, pêk hatine.

Nexwe, çima serokên PKK’ê daxuyaniyên neyînî didin?

Ji ber ku di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de lihevkirinek heye. Ew bi hevrêzî tevdigerin. Dewleta Tirk dixwaze ku PKK çekên xwe deynê, lê naxwaze ev yek pêk were heta ku rewşa li Îranê zelaltir bibe.

Armanca Tirkiyê ew e ku di operasyoneke mezin a li dijî Îranê de an jî di nîqaşên derbarê Kurdan de bi rêya Ocalan bandorê bike. Dewlet dê rêberiya Ocalan bike; Ocalan dê rêberiya PKKê bike; û PKK dê rêberiya PJAKê bike; û bi vî awayî, dewleta Tirk dê di pêvajoya Îranê de bandorê bike. Plan ev e.

Ji ber vê sedemê, wisa dixuye ku PKK û dewleta Tirk bi hev re biryar dane ku pêvajoyê hêdî bikin.

Wekî din, pêvajo ber bi pêş ve diçe; şande her meh ji Qendîlê diçin Îmraliyê ji bo hevdîtinan. Di navbera dewletê û Qendîlê de mekanîzmayeke berdewam û sîstemeke telefonê ya rojane heye. PKK dikare li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her cure çalakiyan pêk bîne ku pesnê Ocalan û pêvajoyê didin. Bi gotineke din, pêvajo li pişt perdê didome.

Mesele bi tenê ew e ku rewşa li Îranê zelaltir bibe.