Hakan Fîdan gef li HSDyê xwar: Em naxwazin rêyên leşkerî bi kar bînin

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser Peymana 10ê Adarê got, “Em naxwazin rêyên leşkerî bi kar bînin lê sebra me diqede.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji TRT Worldê re axivî û rûdanên li Sûriye û Rojvayê Kurdistanê nirxandin.
Hakan Fîdan debarî Peymana 10ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê jî axivî û diyar kir ku ew ji leza pêvajoyê ne razî ne û HSD hewl dide demê qezenc bike û got:
Li gorî min, ew hêviya derfetên din dikin, belkî bi awayê krîzeke din a herêmî yan jî ji ber polîtîkayên berfirehbûnê yên Îsraîlê yên li ser Sûriye û deverên din.
Fîdan diyar kir ku ji bilî HSDyê hemû komên li Sûriyeyê girêdayî Wezareta Parastinê bûne û wiha axivî: “Em naxwazin ku em careke din neçar bimînin serî li rêyên leşkerî bidin. Lê divê HSD fêm bike ku sebra aktorên pêwendîdar diqede.
Herwiha got: Divê bên wê astê ku pêbendiyên xwe yên ji bo Peymana 10ê Adarê bi cih bînin.