Êrîşa li ser Leyla Zana êrîşa li ser jinê nîne, êrîşa li ser milletek bindest e

Êrîşa li ser Leyla Zana êrîşa li ser jinê nîne, êrîşa li ser milletek bindest e

Di pêşbirka futbolêya di 17ê Kanûnê de di navbera Somaspor û Bursasporê de hatiye encamdayîn, hinek alîgirên Bursasporê li hemberî siyasetmedara kurd Leyla Zana xanmê “dirûşmên” tije çêr û heqaret berz kirin, piştre di 19ê Kanûnê careke din di pêşbirka Sariyer û Ankarasporê de alîgirên ankarasporê ev dirûşmên ne li rêzê li dijî leyla zana dubare kirin.

Tişta ecêb eve ku di roja yekem de bi ti awa çapemeniya PKK’ê li ser vê mijarê nesekinî û ti nûçeyek di vê derbarê de neweşand, piştî ku ev yek di sosyal medyayê de bûyî rojev û kurdan nerazîbûna xwe nîşan day ji nû de çapemeniya PKK’ê ket tevgerê, lê xwezî her bi bêdengî maba û ti tiştek di vê derbarê de parve nekiriba, ji ber ku PKK’e dixwaze êrîşa li ser Leyla Zana çêbûy bi tenê weke êrîşa li ser jinê hatiye kirin nîşan bide, lê di rastiya xwe de êrîşa çêbûy êrîşa li ser tevahiya kurdan bûye.

Ji ber ku tiştê ku li stadyuma futbolê li dijî Leyla Zana qewimî ne “bêçandiya temaşevanan” nejî “heyecana demkî” bû; belku ew dengê fermîyê faşîzma Tirk bû ku ji werzîşê derket. Stadyum tenê cihê rûdana bûyerê ye, sûcê rastîn di wê zîhinyetê deye ku nefreta li dijî kurdan, jinan û azadiyê rewa dike û bi serbilindî diqîre.

Êrîşa li ser Leyla Zana ne êrîşa li ser jinekê yan navekîye; ew êrîşek li ser dîroka berxwedanê, zimanekê bindestkirî û laşê jinêye ku ew wêrekî hebûye serê xwe li hember faşîzma Tirkan netewîne. Ev nefret ne tesadufîye; ew berhema salên înkar, zindan, rûreşkirin û derewên dewletêye. Yên ku îro van dirûşman diqîrn duh girtîgeh ava dikirin û sibe dîsa dê dest bi kuştinên faîl nediyar bikin.

Bêdengiya saziyan, daxuyaniyên bêxem û jestên exlaqî hevkariyeke eşkere ya vê sûcê ne. Nefreta ku bêceza dimîne zêde dibe.

Ji ber ku hîn Leyla Zana saxe, ji ber ku ew hîn semboleke, ji ber ku ew hîn nehatiye têkbirin, hate hedefgirtin.

Ev ne tenê heqareta li dijî Leyla Zanayê bû; ew îlankirina şerekî li dijî rûmeta mirovahiyê bû û her kesê ku dixwaze wê normalîze bike şirîke.

Ev êrîş, îrşa li dijî Leyla Zanayê bi tenê nebû, êrîşa li dijî jinê jî nebû weke PKK’e dibêje, belku ev êrîş, êrîşkirine ser kurdan bi tevahî bû di şexsê Leyla Zana de.