Ensarioglu rexne li gotinên Fîdan ên derbarê Sûriye de kirin

Parlamenterê AKPê yê Dîyarbekirê Galip Ensarioğlu got ku, daxuyaniyên Wezîrê Derve Hakan Fidan ên derbarê siyaseta Sûriyeyê de tund bûn. Wî îdia kir ku gotinên Fidan li gorî îradeya Serokê AKPê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan nînin.
Parlamenterê AKPê yê Dîyarbekirê Galip Ensarioğlu di axaftina xwe ya li ser Rudaw TV de li ser pêvajoya aştiyê û xebata komîsyonên parlementoyê daxuyaniyên rexnegir dan. Ensarioğlu rexne li daxuyaniyên Wezîrê Derve Hakan Fidan ên derbarê siyaseta Sûriyeyê de girt û îdia kir ku di van daxuyaniyan de zimanekî tund heye.
Ensarioglu di derbarê îdiayên nakokiyên di nav hikûmetê de yên derbarê siyaseta Sûriyeyê an pêvajoyê de tekez kir ku di pergala serokatiyê de, biryara dawî ya li ser Serokomar Erdogan e.
Ensarioglu dema ku raya xwe ya şexsî diyar kir ku hin daxuyaniyên tund ên Wezîrê Derve Hakan Fidan ên derbarê Sûriyeyê de bi tevahî li gorî ruhê demê nînin, tekez kir ku çêkerê siyasetê yê rastîn Serokomar Erdogan e û ji ya wî zêdetir îrade tune ye.
Ensarîoglu got, “Tu îrade li ser îradeya Serokkomar tune. Her çend hin daxuyanî dibe ku bi tevahî ruhê demê nîşan nedin jî, gotina dawî ya Serokkomar e.”
Fîdan derbarê rewş û pêvajoya entegrasyonê HSDê nirxandin kir û got, “Bê guman, em ji leza pêvajoyê ne razîne. Em, Sûrîyeyî û hin hevkarên din -ez naxwazim navê wan bidim- bi hev re difikirin ku HSD hewl dide bêtir demê dirêj bike. Ez difikirim ku ew ji bo xwe li hêviya derfetên din in, dibe ku di şiklê krîzeke din a herêmî de, an jî dibe ku ji ber polîtîkayên berfirehker ên Îsraîlê yên li hember Sûriyeyê û deverên din. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku tiştê baş ew e ku hevkarên me yên Amerîkî pir baş dizanin ku ev pêvajo divê were temam kirin ji ber ku ew ji bo yekîtîya welêt pir girîng e.”