Endamên şanda Dem Partiyê ya Îmraliyê li gel Serokê Parlementoya Tirkiyeyê civiyan. Endamekê wê şandê piştî wê hevdîtinê ragihand ku, wan hevdîtineka girîng û berhemdar kiriye û ji bo pêvajoya aşitiyê damezrandina komîsyona parlementoyê tenê, xwedî wateyeke dîrokî ye.
Endamên Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ya Îmraliyê îro (Sêşem, 23.12.2025) bi Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya.
Endamê Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ya Îmraliyê Mîthet Sancar ragihand: “Di warê rewabûna demokrasî, tevlîbûna hemî aliyan, şefafiyet û garantiyê de rola parlemantoyê gelek giring e. Niha qonaxa nivîsandina raporta hevpar e. Hatiye plankririn ku raport meha yekê temam bibe.”
Mîthet Sancar herwesa got: “Ez dikarim wek encamê her du hevdîtinan bibêjem: pêdivîtiyta vê pêvajoyê bi garantiyên qanûnî heye. Piştevaniya civakî giring e. Sîstemeke dadperwer û wekhev ya qanûnî ji bo aştiya civakî gelek giring e. Demokrasî ji bo hemî welat e û Aştî ji bo pirsa Kurdan û hemî deverê watedar e.”
Endama Şanda Îmraliyê Pervin Buldan jî ragihand: “Hevdîtineka baş bû. Di vê proseyê de tiştê giring ev e: lihevhatineka hevpar a îradeya siyasî heye. Aliyê din em xwedîlêderketina parlemantoyê jî ji bo vê pêvajoyê gelek girîng dibînin.”
Pervin Buldan herwesa got: “Rêzdar Kurtulmuş wek serokê komîsyonê xwedî li vê îradeyê derdikeve. Ji bo vê jî, em spasiya wî dikin. Em li bendê ne ku karê komîsyonê naverasta meha çileyê bidawî bibe.”