Pirsa Ku Divê Bê Pirsîn: Gelo Evdila Ocalan Sîxur e?

Bi hilweşandina PKK ê di 7 ê Gulanê de, pêdivî bi ji nû ve şîrovekirina dîroka Kurd a dawî heye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, dîroka Kurd a dawî ji ber êş, mirin û zilmê, di nav mijê de maye loma nayê dîtin. Dîroka dawî ya Bakurê Kurdistanê ji ber propagandayê û hemasetê rast nahê zanîn.
Li Bakurê Kurdistanê, cewekî wilo hatiye afirandin ku pirsîna hin pirsan, nîqaşkirin û gotina tiştên nû wekî “xiyanet” tê hesibandin. Pirsa gelo Evdila Ocalan sîxur e yek ji van deverên qedexe hatiye perjankirin. Ji salên 1980 an vir ve, Ocalan hêdî hêdî bûye rêberek destnedayî, bê heval û bê şirîk, ku her tiştî dizane, hate pîrozkirin. Lêbelê, rastiya siyasî pîroziyê nas nake. Ger pratîk, encam û rola dîrokî ya rêberek bi berdewamî li dijî berjewendiyên gel be, ev pirs ne tenê rewa ye lê pêdivî grînge jî. Kesên ku di nav PKK ê de rexne li Ocalan dikirin wekî xayîn û tasfîyecî dihatin binavkirin, kesên li derve ku rexne li Ocalan dikirin wekî sîxur an kesên bi dewletê ve girêdayî dihatin binavkirin. Lêbelê, îro, di raya giştî ya Kurd de bêtir mirov şikê jêrîn tînin ziman: Berdewamiyek heye ku ravekirina wê zehmet e, parastinek ecêb heye, û zincîreyek encamên ku di her qonaxek krîtîk de li dijî Kurdan dixebite heye. Di navenda vê zincîrê de Evdila Ocalan heye. Ma ev normal e? Ocalan ji destpêkê ve “kesekî ku ji hêla dewletê ve tê tercîh kirî” bû?
Piştî daxuyaniya Ocalan di 27 ê Sibata 2025 an de, û piştî hilweşandina PKK ê, divê mîsyon û rola Ocalan di pêvajoyan de pir bêtir were pirsîn.
Gelo Ocalan bi rastî sîxur bû?
Ger em dîroka bûyer, rastiyan û pêvajoyên ku bingeha vê pirsê pêk tînin di 3 serdemên sereke de bi kurtasî behs bikin:
Salên 1970 an: Zayîna Kesayetiyek destnedayî
Salên 1970 an Tirkiye ji bo tevgerên Kurd û çepgir mezbeha bû. Kadir dihatin qetilkirin, rêxistin dihatin pelçiqandin, rêberên wan yan dihatin kuştin yan jî bi salan dihatin zîndanîkirin. Lêbelê, bilindbûna Ocalan di vê serdema aloz de bi rehetiyeke berbiçav a “bê pirsgirêk” pêk hat. Wî di ciwaniya xwe de bi saziyên neteweperest ên Tirk re xebitî. Ji ber tevlîbûna xwe di meşekî tevgerên çepgir de hate girtin lê bi fermana dewletê hate berdan. Wî bi keça rayedarekî MIT (Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê) re zewicî, û bi pîlot (necatî Kaya) kesekî ku ji bo MIT ê dixebite re heval bû. Û di kêliya herî xeternak de, bêyî ku ji hevalên xwe re bêje, ew bi tena serê xwe derbasî Sûrîyê bû û xwe xilas kir… Di nava van alozîyan de ev qas bê pirsgirêk bihorandin pir balkêş bû…
Di nava vê kurteyê de, pirsa jêrîn rewa ye: Çima dewletê, li şûna ku ji destpêkê ve serokê tevgereke çekdarî ya Kurd bipelçiqîne, destûr da ku ew mezin bibe? Rastiyek tê zanîne ku dewlet her gav vebijarka herî bikêr tercîh dikin, ne ya “herî xeternak”. Ocalan hewlek taybetî da ku xwe wekî rêberek jîr nîşan bide ku ” wî dewlet ji bo avakirina tevgereke şoreşgerî” bikar aniye. Lêbelê, bi demê re, hin aliyên cûda têkiliya di navbera Ocalan û dewleta Tirkiyê de derketine holê.
Salên 1980 an: Destek veşartî Ocalan di Diparêze
Di salên 1980 an de, dewleta Tirkiyê dest bi ji nû ve avakirina hemû tevgerên siyasî yên Tirkîyê kir. Kesayetên ne bin kontrola dewletê de ne tenê ji rêxistinên çepgir, di heman demê de ji yên rastgir jî paqij kirin. Tenê “hêmanên kontrolkirî û bê zirar” dewletê sax hêlan. Hemû kadroyên pêşeng ên rêxistina Ermena ASALA di operasyonên derveyî welêt de kuştin. Lêbelê, Ocalan di salên 80 î de ji van operasyonên ji nû ve dzaynkirinê bandor nebû. Di heman demê de, ewî bi rehetî bê parastin dikaribû bi tenê yek an du kesan re, di navbera Lubnan û Şamê de bigere. Bi rastî, piştî sala 1987 an, ew di heman avahîyê de bi ataşeyê leşkerî yê dewleta Tirkiyeyê re dijiya.
Û serde jî, kesên ku dikarin astengiya pozîsyona rêberê yekane û bê şirîk a Ocalan di nav PKK ê de bikin, di vê pêvajoyê de bi awayekî sîstematîk yek bi yek ji holê hatin rakirin. Her çend hin ji hêla Ocalan bi xwe ve hatin kuştin jî, dewleta Tirkiyê kesayetên bihêz ên wekî Mazlum Doxan, Xeyrî Durmûş û Kemal Pîr jî ji holê rakirin. Wan kesayetan Ocalan re wekî “hevalê Elî” didît û ew wekî “endamê rêxistinê” wekî her kesî qebûl dikirin.
Bi rastî, salên 1980 an ew serdema ku serokbûna Ocalan kûrk bûnê bû û ew hêdî hêdî mezin dibû.
Salên 1990 an: Serokê ku nehê tasfîyekirin
Salên 1990 an ew serdema ku dewleta Tirk rêbazên xwe yên herî dijwar li dijî tevgera û gelê Kurd bi kar anî bû. Gund hatin şewitandin, siyasetmedar hatin îdamkirin, rojnamevan bêserûşûn di bûn. Tevî vê yekê, Ocalan bi salan dikaribû bi azadî li Rojhilata Navîn bigere. Bi salan, ew bêyî ku qet çek hilgire, di navbera Beyrût, Şam, Heleb û Laziîyê de, tenê bi şuforê xwe re bigere.
Ev tablo têkiliya Ocalan bi dewleta Tirkiyê re hîn gumanbartir dike. Û balê dikişîne ser têkiliya tevlihev a di navbera wan de: rêberiyek ku di nav sînorên diyarkirî de mîfadar tê dîtin, tê kontrolkirin û bi rêvebirin.
Heta van salan, Kurdan zêde tiştek li ser Ocalan nizanibûn. Li şûna Apo, navên wekî Mehmet Şener, Sakine Cansiz, Mazlûm Doxan, ku li zindana Dîyarbekirê li ber xwe dayî, dihatin zanîn. Dewletê ev rewş di salên 1990 an de guherand. Medyaya Tirkiyê her roj wêneyên Ocalan parve dikir. Ew her tim ew wekî kesekî ku dixwestin bikujin nîşan didan, her tim digotin “em ê wî bikujin.”
Li vir, divê em rawestin û bifikirin: Ger Ocalan “dijminekî mutleq” ê dewletê bû, çima ew nekûştin? Çima dewletê bi dehan siyasetmedarên Kurd bêdudilî ew kuştin? Çima, kesên payebilind ên tevgerê hertim zindî hêlan. Çima Ocalan ji aliyê layenek dewletê ve di sala 1996 an de li ser hewldanek kuştinê ya plankirî hat hişyarkirin. Di vê heyamê de, dewletê, bi taybetî çepgirên Tirk, roleke pir bi bandor lîstin. Ji aliyekî ve, wan Ocalan weke “serok” bi rêya çapemeniya xwe pêşkêşî civakê kirin. Ji aliyê din ve, wan berdewamiya bênavber a têkiliya wî bi dewletê re misoger kirin, vê têkiliyê wekî “danûstandinek rewşenbîrî” ya normal nîşan dan.
Di salên 1990 î de, Ocalan hêdî hêdî armancên Kurdan yên Neteweyî ber bi nerbûnekê ve bir û anî sînorê xetên sor ên dewletê xêz kir, li şûna ku dijberiyê bike. Kesên ku ji bo avakirina dewletek Kurdî diçûn, Ocalan ew bi awayekî, bi têgehên wekî evîn, jin, jiyana civakî, têkiliyên azad û jina mîna xwedawendê û hwd di kezaxtin.
Serdema Îmraliyê: Serokatiyek Bê Daxwazî
Veguhestina Ocalan bo Îmraliyê û tiştên ku piştre çêbûn pir balkêş in. Şerê li Bakurê Kurdistanê di rastiyê de di sala 1999 an de winda kir. Dewletê bixwasta dikaribû PKK ê ji holê rake. Lê ne Ocalan û ne jî PKK xilas nekir. Berevajî vê, Ocalan ji hêla dewletê ve ji nû ve hate afirandin. Dewletê Ocalan ji nû ve xuliqand, Ocalan jî PKK ji nû ve ava kir, û PKK ê jî rêjeka berz yên Kurdên Bakûr li gorî vê bêarmancî yê ji nûve ava kir.
Di vê rewşa ji nû ve avakirina berdewam de, êdî ” ne serxwebûn, ne statuyek berbiçav û ne jî destkeftiyek siyasî ma” Her tişt bi plan hat paşxistin, alozkirin û di dawiyê de jî hat rizandin û pûçkirin. Şer dikarin werin windakirin, vekişîn dikarin çêbibin, lê rewşa PKK ê ne li ser windakirina şer e. Ew li ser valakirina têkoşînê ji naveroka wê ye. “Daxwazên neteweyî yên Kurdan” ên mezin li Bakur bûne kavil. Ya girîngtir, em çawa dikarin rave bikin ku Kurd di nav vê ziviroka Ocalan de, ku tiştekî naxwaze, azadîya xwe li gel ya wî hevpar dibîne ?
Em vegerin ser nivîsê û heman pirsê bipirsin: “Ma Ocalan sîxur e?”
Ew kesên ku serdem û qonaxên vê dîrokê fam dikin, êdî vê pirsê jî napirsin, lê vê şîroveyê pêşkêş dikin: “Ocalan ji sîxurekê bêtir zîyan daye Kurdan” Ji ber vê yekê, di rastiyê de, nîqaşa ka Ocalan Sîxur e an na tiştek talî ye ji ber ku pirsa Ocalan ne pirsa kesekî ye, pirsa serdemekê, pirsa rêbazekê, pirsa rêgezek domdar a şêweyek mutlaq teslîmbûnê ye.