Bahçelî: HSDe li dijî Ocalan derket loma ev yêk çêbû

Bahceli-HSD-Rojava-net

Serokê MHPê îro ragihand, HSDe li dijî banga 27ê Sibatê ya Ocalan tev di gere û got: Ocalan bi xwe ev hewildanên HSDê wekî hewildan ji bo têkbirina pêvajoya aştiyê dayne diyar kirin.

Devlet Bahçelî di axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên li Sûriyeyê û got:

“HSD û YPG ji qadên ku tê de bi cih bûbûn hatin derxistin û di dawiyê de ji rojavayê Feratê hatin avêtin.

HSDya ku li hemberî 10ê Adarê li ber xwe dida û mase û avhewaya dan û standinan sabote dikir, bi tevgera paqijikirinê ji qadên ku lê bûn hat derxistin.”

Serokê MHPyê diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî banga 27ê Sibatê tevgeriyaye û anî zimên:

“Eşkere ye ku HSD li dijî banga 27ê Sibatê tevdigere. Yê ku provokasyona HSDyê ya li Sûriyeyê wekî hewldana têkbirina pêvajoya aştiyê nîşan dide, bi xwe rêberê damezrîner ê PKKyê ye.”