Li Sûriyê Peymana Agirbestê ya 18ê Çileya 2026’an: PKK’ê Îxaneta Herî Giran li miletê Kurd Kir!

Di 18ê Çileya 2026an de, peymana 14 maddî ya di navbera Serokê Sûriyeyê yê Demkî Ehmed Şara û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de hate îmzekirin.
Ev peyman li ser kaxezê dibêje “aşîtî û yekîtî”, lê di rastiyê de îxaneta herî mezin a PKK’ê li miletê Kurd e: Xewna xweseriya Roava (Kurdistana Roava), bi xwîna bi hezaran ciwanên Kurd hate feda kirin û di dawiyê de radestî rejîma Şamê ya defakto û komên îslamî yên radîkal (wekî DAÎŞ, El Qaîde, El Nüsra û HTŞ) hate kirin.
Çawa PKK’ê Ev Firsenda kurdan radest Kir?
Ji sala 2011’an ve, Kurd di bin zordestiya rejîma Esed de bûn û firsendeke xweseriyê derket ber wan. Lê PKK’ê vê firsendê bi îdeolojiya xwe ya “konfederalîzma demokratîk”ê (ku yekîtiya neteweyî red dike) pêşî lêgirt. Dema DYA’yê got: “Yekîtiya xwe ya milî ava bikin, em ê piştgiriyê bidin we”, PKK’ê red kir û got: “Em ne tevgera neteweyî ne, em tevgera demokratîk in.” Bi vî awayî HSD di sala 2015an de hate avakirin, lê di bin kontrola kadroyên PKK’ê de ma. Kurdên muxalîf yên wek Mişel Temo hatin redkirin û kuştin, eşîrên Ereb (hin ji wan bi IŞÎD’ê re têkildar) hatin kirin hevkar û îradeya Kurdên Roavayê Kurdistanê hate binpêkirin.
Mezlûm Ebdî û kadroyên din biryarên xwe li bin portreyên Abdullah Ocalan digirtin. Cihekî mecbûrî hate ferzkirin, Kurdên dijber hatin kuştin, aloziyên etnîkî hatin zêdekirin. Di 10ê Adara 2025an de peymana entegrasyonê hate îmzekirin – ev jî bi zora Tirkiyê bû û tu mafê siyasî yê Kurdî tê de tune bû. Di Çileya 2026an de şerên giran li Heleb, Reqqa û Dêrazorê derketin holê; HSD têk çû, sivîl wekî mertalê mirovî hatin bikaranîn, zarokên leşkerî hatin şandin ji bona mirinê. PKK’ê derewan got “berxwedan”, lê di dawiyê de teslîm bû.
Hesekê û Dêrezor radest kirin. Bi dehhezaran Kurd carek din koçber bûn. Bi hezaran birîrdar, revandî û kujtî. Lê Mazlûm Abdî hîn jî dibê hêza me a leşkerî heye û em xurtin. Başe eger hebe ew hêzek we, ji bona çi ye? We hemû destkevtin bê şer radest kirin. Ew hêza we ya pirbiçek Ji bona kîjan rojê ye?
Madeyên Peymana Agirbestê
Ateşkes û kişandina hêzên HSD’ê ji rojhilatê Firatê û
Derewên “qehremaniya” PKK’ê a sexte dîyar bû:
Radestkirina Dêrazor, Reqqa, Hesekê û bingehên neftê, gazê, deriyên sînorî.
Ev hêla aboriya Kurdên Roavayê Kurdistanê hate radestkirin ku berê ev çavkanî ji bo çekên HSD’ê dihatin bikaranîn.
Entegrasyona kesane, bêçekkirina Kobanê
Hêzê çekdarî tên belavkirin, kadro têne tasfiyekirin.
Derxistina PKKê ji Rojava û bakurê Sûrîyeyê. Wê PKK ji herêmê bêt derxistin, lê xwîna Kurd maye li ser erdê.
Radestkirina girtiyên IŞÎD’ê, mafên çandî/zimanî
Ji xweseriyê tenê perçeyek ma; tu statûya siyasî tune ye!
Ev peyman bedela nexweşiya îdeolojîk a PKK’ê ye:
Kurd parçe kirin, serkeftinan asteng kirin û di dawiyê de radestî terorîstên îslamî û Şamê kirin. Serokên PKK’ê li Ewropayê di luksê de dijîn, lê ciwanên Kurd di cepheyê de dimirin.
Encam û Bangewazî ji Gelê Kurd re
Ev peyman ne teslîmiyet e, lê firsendeke rizgariyê ye ji zincîrên PKK’ê. PKK’ê red bikin! Rêberên Kurd ên rastîn derxin holê û di Sûriyê de ji bo wekheviyê, rûmet û mafên xwe yên rewa têbikoşin. Îxaneta bi xwîna Kurdan hate kirin, dê di dîrokê de were hesabkirin. Ger miletê Kurd ji van derewên qehremaniyê rizgar bibe, serkeftina rastîn dê bi dest bixin.