Serok Barzanî: Piştevaniya Revenda Kurdistanî li Rojavayê Kurdistanê cihê serbilindiyê ye

Peyama Serok Barzanî li Konferansa Aştiyê: pêwîst e hemû alî ji şaşiyên borî dersan werbigirin

Serok Barzanî di peyamekî de ji bo Kurdistaniyên li derveyî welat, tevî pesindayîna ji bo Rojavayê Kurdistanê, tekez dike ku Kurd parêzvanê mirovatiyê bûye û niha dema wê ye ku mirovatî parêzvanê Kurdistanê be, herwaha daxwaza çareseriya pirsgirêkan li Sûriyê dike.

Naveroka peyama Serok Barzanî:

Binavê xwedayê mezin û dilovan

Kurdistaniyên hezkirî birêz xwîşk û birayên ezîz

Cihê serbilindiyê ye ku îro li bajarên welatên Awropayê, hejmareke pir ji revenda kurd bi coş û kelecan û bi awayekî bê wêne di kombûneke aştiyane de, piştevaniya xwîşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê dikin.

Em amajeyeke zelale ji bo hêz û zindîbûna revenda kurdî li derveyî welat, ev jî îspat dike  ku nifşê gelê me li derveyî welat, hertim hêzeke mezin û amade û yekgirtiye, ji bo piştevanî kirina li doza rewa a gelê Kurdistanê li her beşeke Kurdistanê be. Silav û rêzên min ên hezkirî ji we re hene. Hûn xêrhatine serçavan.

Di sedsala 20an de Kurdistan bi awayekî neheq hat dabeşkirin. Piştî vê dabeşkirinê, gelê me bi gef, metirsî û êşên mezin re rûbirû ma. Lê ev şert û mercên giran ne bûn sedem ku gelê me îradeya xwe winda bike. Berevajî vê, gelê Kurdistanê roj bi roj hişyartir û bihêztir xebata xwe ya ji bo mîsogerkirina mafên xwe berdewam kir.

Herwekî beşên din ên Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê jî gelê kurd xebateke wê ya dûr û dirêj heye. Têkoşer û şoreşgerên Rojavayê Kurdistanê zîndan, azar û awareyên zêde dîtin. Wan bi qehremaniya xwe û bi xwîna ciwanên xwe DAIŞ têk birin û bûn parêzvanên mirovahiyê. Îro dîsa ev gel rûbirûyî gefên nû û rewşeke aloz bûye. Ji ber vê yekê erka niştimanî û neteweyî ya her Kurdekî ye ku piştgiriya xwişk û birayên xwe yên li Rojava bike.”

Niha gelê me li Rojavayê Kurdistanê rastî gefeke nû û rewşeke aloz û metirsî dar hatiye. Erkrê niştimanî û netewî yê her Kurdistaniyekî ye ku em piştevaniya xwîşk û birayên xwe li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Dengê her yek ji we bandoreke xwe ya taybet li ser moral û berxwedana gelê Kurd li Kurdistanê, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, dike û peyamek e ji bo gelên cîhanê ku piştgirîya daxwaz û mafên rewa yên xwişk û birayên me bikin.

Erka civaka navneteweyî û welatên rojavayî ye ku berpirsiyariya xwe bigirin ser xwe û nehêlin ku êş û azarên gelê me dubare bibin. Kurd di şerê li dijî DAIŞê de parêzvanên mirovahiyê bûn. Niha divê mirovahî parêzvanên Kurdistanê be.

Amadebûyên birêz û Kurdistaniyê heskirî

Xwepêşandan û mîtîngên we nîşanek eşkere ya yekîtiya neteweyî di dilê Kurdên li derveyî welêt de ne. Ev yek wê rastiyê nîşan dide ku cudahiyên sînoran û ramanên siyasî nikarin têkiliyên dîrokî û neteweyî di dilê me de qels bikin. Em yek netewe ne, û yek dîrok heye. Em heman pêşeroj parve dikin, û di şahî û nexweşiyan de parve dikin. Kurdbûna me ji her îdeolojiyê pêştir e. Kurdbûn peyamek aştî û jiyana hevbeş e, ne tenê ji bo gelê me, lê di heman demê de ji bo gelên herêmê û tevahiya cîhanê jî.

Ez dixwazim yek bi yek spasiya we, organîzatorên vê mîtîngê û Konfederasyona Revenda Kurdistanê bikim. Ez dixwazim spasiya hemû Kurdên li derveyî welêt bikim ku di rojên dawî de bi wêrekî û coşek mezin piştgirî dane xwişk û birayên xwe yên li Rojava. Ez we pîroz dikim, ev ji we tê hêvîkirin. Divê piştgirîyek wisa di çarçoveya rêbazên aştiyane û sivîl de berdewam bikin.

Daxwaza min ewe ku hûn di civîn û merasîm û xwepêşandanan da bi tevahî pêbendî nirxên gelê me bin û pêbendî yasayên wî welatî bin ku hûn tê de dijîn. Bi hemî awayekî xwe li alozî û tevlîhevî û tundutîjiyê dûr bixin. Gelê Kurdistanê pirsgirêka wê li gel siyaseta hikûmet û rêjîman heye, û ti pirsgirêkeke wê li gel netewan de nîne, divê hemû agahdarê wê bin, ku nabe di navbera kurd û netewên din de pirsgirêk û zext ava bibe. Peyama gelê Kurdistanê peyama aştî û mirov hezî û pêkve jiyane.

Her wiha ez pêwîst dibînim ku bang li hikûmeta Sûriyê û hêzên HSDê bikim ku agirbesta di navbera xwe de bidomînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên xwe, xwe bispêrin diyalog û têgihîştinê û bi tu awayî nehêlin ku pirsgirêkên siyasî bibin sedema nakokî û pirsgirêkên neteweyî di navbera Kurd û Ereban de.

Ji bo pêkanîna aştî û aramiyê, divê êş û azarên gelê Kurd û hewldanên ji bo hilweşandina wan bi dawî bibin û mafên siyasî, sivîl û neteweyî yên gelê Kurd di destûra bingehîn de di pêşeroja Sûriyê de werin garantîkirin.

Di dawiyê de, ez dixwazim dubare bikim ku divê em hemû piştgiriya xwe ji bo doza rewa ya gelê xwe xurt bikin, û divê em her gav hêvî û pêşerojeke me ya geş ji bo gelê me yê Kurdistanê hebe.

Careke din bixêrhatina we dikim, bi xêr bên serçavan. Bijî kurd, bijî Kurdistan

Mesûd Barzanî 31.01.2026