Revenda Kurd li Almanyayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê daketin kolanan

Revenda Kurd li Almanyayê ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê daketin kolanan

 Bi hezaran Kurdên li Almanya dijîn, li çend bajarên wekî (Koln, Düsseldorf û Bonn) ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û ji bo protestokirina êrîşên artêşa Sûriyê li ser Kurdan, xwepêşandana herî mezin li bajarê Bonnê lidarxistin.

Li gorî ajansa nûçeyan a Almanî DW, ku yek ji ajansên herî giring û mezin ê wî welatiye, xwepêşander ji bo protestokirina rewşa Rojavayê Kurdistanê kom bûn, ku hêzên hikûmeta Sûriyê di hefteyên dawî de êrîşî gelek deveran kirine û dest danîn ser hin cîha û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji hejmarek bajarok û gundan vekişiyane.

Nêzîkî 15 hezar kes li Bonn a li rojavayê Almanyayê kom bûn da ku li dijî rewşa heyî ya nifûsa Kurd li bakurê Sûriyê protesto bikin. Çend sed polîsên Alman li wir bûn da ku çavdêriya xwepêşandanê bikin û pêşî li aloziyan bigirin. Mîtîng bê bûyer bi dawî bû û ji aliyê din ve Kurdên ku li bajarên Stuttgart û Jena dijîn jî xwepêşandan kirin.

Çend roj berê, bi serokatiya Amerîkayê hikûmeta Sûriyê û HSDê li hev kirin û agirbest ragihandin.

Di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wekî hevalbendê herî girîng ê Amerîkayê di şer de dihatin dîtin, lê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed û hatina Ehmed Şera ser desthilatê, Waşington nêzîkî Şamê bû.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di hefteyên dawî de bi awayekî leşkerî mudaxeleyî şer nekir, lê zext li her du aliyan kir da ku lihevkirinekê bikin.