Têkçûna PKK serketina gelê Kurd e!!!

Bûbê Eser
Bi salan me got û nivîsî ku pkk rêxistineke ku ji teref dagirkeran ve hatiye damezrandin da ku hemî hêjahiyên kurdan li herçar perçan têk bibe.
Bi vê armanc û projeya ku dagirkeran ji bona wan destnîşan kiribûn, karê xwe pêk anîn û hêjî heta ku jê bê dê pêk bîne. Xerabî û hilweşandina ku pkk kirî ye deh qatan ji ya dagirkeran mezintir e. Ji ber ku wan mejiyê kurd têk birin û ruhiyeta kurdistanî kuştin.
Bi deh hezaran xortên kurtan di ber hîçê de dana kuştin. Bi sedan rewşenbîr û siyasetmedarên kurdan çi kuştin û çi jî bê deng kirin. Gelek hunermend û bîrewirên kurdan berê kirin zilamê xwe, dûre jî bê rûmet û qîmet kirin.
Li seran serê ewropayî ji bona kurdan weke terorîst û xerab nîşan bide, çi ji destê wan hat kirin û hê dixwazin bikin, lê êdî miletê kurd şiyar bû ye.
Ji ber ku Evdila bi xwe gotibû? ”Heta ku ez û PKK em hebin dê Barzanî nikaribe bibe dedwlet”. Armanca wî bi vê, yanî kurd dê nebin dewlet. Gotinên Evdila di gelek waran de rast jî bûn. Ez dibêjim ku di nava PKK de yê herî rast û dirist Evdila bi xwe bû ku wî tim her tiştên xwe vekirî digot, lê mirîdan ew bi awayekî din şirove dikirin û pêşkîşî gelê kurd dikirin.
Yanî pkk li ser asasê xwîna ciwanên kurd, bi derew û boxtanan roj bi roj bi pêş ket. Her çiqasî ev rewş ji teref gelekan dihat zanîn û gelekan dinivîsîn jî bala piraniyê ne dikşand.
Ji ber Evdila û aqilmend ango xwediyê wî baş zanîbûn ku al hebûn e. Lewra wan tu caran ala kurdistanê qebûl nekirin û bilind nekirin. Heta gelek caran ew şewitandin û avêtin nava heriyê.
Piştî hilweşandina rejîma Sûrî û reva Esad. Bi hatina Ehmed Şera û desthilatiya wî. Bûyerin nû li rojavayê kurdistanê rû dan. Desthilata Sûrî ya nû li ser daxwaza tirkan xwest ku Kurdan tune bike. Di warekî de pkk jî ji wan re bû alîkar.
Lê pkk û dagirkerên me hesabê desthilata başûrê Kurdistanê û Barzaniyan nekirin. Ya jî ew zêde girîng nedîtin. Baweriya wan ew bû ku çi bixwazin wê bikin. Yek ji vê jî ew bû ku li rojavayê Kurdistanê, li ser destê Ehmed Şera li gel tirkan xelaskirina ango qedandina kurdan bû.
Lê Barzaniyan û bi taybetî serok Barzanî rê nedan dijminan ku weke xwe bikin. Cenabê serok bi gotin û têbiniyên xwe, kurdên herçar perçan hembêz kir û xwest bi yek dengê, helwest û li gel ala Kurdistanê, li hember dagirkeran rawestin. Her weha jî bû.
Bi dîplomasiya navneteweyî, danûstendinên bi dewletên mezin re, serok Barzanî rolek mezin û erkekî pêwîst anî cih û xwest cîhan bizanibe ku kurd ne bêxwedî ne.
Kurdên seran serê cîhan û Kurdistanê bi hemî helwestên xwe, bi yek deng û alê li hember dagirkeran rawestiyan û xwedî li brayê xwe derketin. Di hemî xwepêşandanên wan de tenha ala kurdistanê hebû û dûrişmên wan yek bû.
Kurdistaniyan bi van xwepêşandanên xwe him hêza serokê xwe rêzdar Mesûd Barzanî di qada navnerteweyî de xurt kirin, him jî alên pkk, daxwaz û durişmên wan binerd kirin. Kurdan li seran serê cîhanê yekitiya xwe pêk anîn.
Êdî cîhan jî fêr bûn ku kurd ne bêxwedî ne. Fêr bûn ku êdî serokekî ku hemî kurdan hembêz bike heye. Fêrbûn ku ew serok dê tenha ji bona berjewendiya gelê kurd bi hemî hêz û qaweta xwe kar bike da ku kurdan jî bike xwedî dewleta wan. Ew jî serok Mesûd Barzanî ye…
Loma dibêjim ku têkçjûna pkk serketina gelê kurd e. Bêdengkirina pkk bi dengkirina kurdan e. Zeîfbûn û têkçûna pkk azadî û serxwebûna gelê kurd li her çar perçan e.
Divê milet kurd êdî vê baş fêr bibin ku yên mafê wan diparêze ne pkk ye, xet û rêbaza Barzaniye. Heger îro ne bi wan dîplomasî û tevgerên Barzaniyan û Kurdistanîbûna wan ba, him wê rojava nemabûya û him jî wê ew daxwaza ku kurdan tune bike bihate cih.
Heger îro li seran serê cîhanê bi yek al û helwestê kurd rabûne ser nigên xwe, bi saya wê rêbaza pîroz û hîmê wê ê giran rêzdar serok Mesûd Barzanî ye. Gotinek kurdan ya xweş heye ku dibêje: ”Heta min xwe nas kir, min malê xwe xelas kir”.
Heta hin kurdan jî Barzanî û rêbaza pîroz naskirin, mal û zarokên xwe xelas kirin. Lê divê kurd aram bin, bêhnfireh bin. Talî ya talî kurd dighêjin mafê xwe ê rewa. Tenha tiştê lazim e ew e ku kurd xwe li gor xeta Barzaniyan ya neteweyî bikin yek. Ji bona pkk ya ku ewqas wêranî bi ser kurdan anî ye, binerd bibe divê li gel hev kar bikin.
Rojên xweş di kurdistaneke azad û serbixwe de nêzîk e…
Bijî Kurd û bijî Kurdistan