Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 8 şervanên xwe eşkere kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ev şervan di dema bersivdayîna êrişên komên çekdar ên hikûmeta veguhêz a Şamê de li Kobanî, Qamişlo û Dêrezor di nêbera 3 û 26 Kanûna Paşîn a 2026an şehîd ketine.
HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şervanên wan ji bo parastina rûmeta gelê xwe û parastina mafên wan canê xwe feda kiriye.
HSDê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew dê li ser prensîbên wan bimeşin û parastina mafên gelê xwe bidomînin.