Hakan Fîdan pêşniyara êrîşeke hevpara li gel Heşda Şebî li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê dike

-Hakan-fidan-pkk-iraqNet

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku Tirkiye zextên li ser Bexdayê zêde dike da ku gavên berbiçav li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê bavêje û ragihand, operasyoneka hevrêz dikare bi lez û bez çeperên PKKê ji holê rake.

Hakan Fîdan di hevdîtinekê de bo CNN Turk ê got ku hebûna xurt ya PKKê li Herêma Kurdistanê û Îraqê dibe mijareke ewlehîya herêmî ya navendî.

Fîdan dibêje piştî pêşketinên dawî yên li Sûryeyê bala sitratejîka Enqerê ber bi Îraqê ve diçie, ku PKKe li wir kelehên xwe diparêze, bi taybetî li herêma Şengalê ya nêzîkî sînorê Sûryeyê.

Fîdan dibêje, “PKKe rêxistineke ku li dijî Tirkiyê hatiye damezrandin, lê ew axa di hundirê Tirkiyeyê de dagîr nake. Lêbelê, li Herêma Kurdistanê, ew deverên berfrehên erdê dagîr dike.”

Hakan Fîdan got: Wî nêzîkî 20 civînan bi serokê Heşda Şebî Falih Feyaz re li dar xistîne û pêşinyar dike ku operasyoneka hevrêz dikare bi lez û bez çeperên PKKê ji holê rake.

Fîdan dibêje, “ger Heşda Şebî li ser erdê pêşve biçe dema ku em operasyonên hewayî dikin, evê du an sê rojan bidome,” û operasyonek wisa wekî operasyonek leşkerî ya rasterast bi nav dike.