Piştî pevçûnên li Rojava, Kurd bi dilşikestî û hêrseke mezin li berpirsiyarên vê têkçûnê digerin. Li Rojava ev 14 salin, li ser bingeha gotegotkên biratiya gelan, demokrasî, jîneolojî û azadkirina Rojhilata Navîn xwestin tabloyekê înşa bikin û di heman demê de nasnameya Kurd hat piştgûh xistin. Di dawiyê de, ew kesên ku ji wan re digotin bira, cenaze Kurda ji avahiyan avêtin, malên me talan kirin, goristanên me xerabkirin û berê çeka xwe li hevsengerên xwe yên Kurd zivirand û ew şehîd kirin.
Û Kurd “Biratiya Gelan” ji ber karesata ku qewimî berpirsiyar dibînin. Wan mirina Biratiya Gelan bi tabûtekê ragihand. Lê dîsa jî, kesayetên mîna Aldar Xelîl, Salih Muslim û kadroyên PKK hîn jî dibêjin, “Xeta Biratiya Gelan rast bû, em ê li ser wê xetê bimeşin.”
Ji ber vê yekê, gelo Kurd hîn jî dibêjin “Bijî Biratiya Gelan,” an jî ew ê bibêjin, “Biratiya Gelan miriye?”
Na, ne her du jî:
Ji ber ku pirsgirêka Kurdan mafên neteweyî ne. Mafên neteweyî û biratiya gelan tiştên cuda ne. Ew li cihê hev nayên guhertin.
Mafên neteweyî mijarek siyasî ye ku dewlet, desthilatdarî, pergala hikûmetê, qanûn, serwerî û protokolan pêktê. Lêbelê, biratiya gelan helwestek exlaqî ye, xwestek e, ne têgehek siyasî ye di zanista siyasetê de. Qanûn ji gelan re nabêjin ku bibin bira. Ji bo gelên ku mafên wan ên neteweyî nayên naskirin, statuya siyasî pêşî tê, paşê biratî.
Lêbelê, têgeha biratiya di navbera gelan de her tim wekî têgehek hatiye bikaranîn, nemaze ji hêla layenên çepgir ve, da ku mafên neteweyên din înkar bikin, û paşê wan bi hev bidin qirkirin.
Nimûneya herî zelal Yugoslavya ye.
Îdeolojiya fermî ya Yugoslavyayê ev bû: “Bratstvo i Jedinstvo” -Biratî û Yekîtî. Serp, Krowat, Boşnaq, Sloven û Makedonî wekî “gelên bira” hatin ragihandin. Lê tenê Belgrad xwedî biryarê bû. Yên din birayên piçûktir bûn ku neçar bûn guh bidin birayê mezin. Û di encamê de, di salên 1990 an de, van birayan hevdu xwarin. Bi sed hezaran kes mirin.
Li Yekîtiya Sovyetê, dirûşma “Narodov Drujba” ango Dostaniya Gelan hate bikar anîn. Rûs, Ukraynî, Gurcî, Ermenî, Azerî û gelên Asyaya Navîn “gelên bira yên wekhev” bûn. wan veqetandin wekî “cudakarî” dihesiband. Dîsa, wan hevdu qir kirin.
Gelên Serdest vê carê xapînoka biratiya gelan li ser Kurdan dimeşînin. Û ev bi rêya Evdila Ocalan tê kirin. Paradîgmaya “Neteweya Demokratîk” a Ocalan dibe sedema windabûna Kurdan wekî neteweyek, entegrebûna wan bi netewdewletên dagirker re, û qebûlkirina serdestiya Kurdan, bi têgehên wekî “demokrasî, biratiya gelan, û jîneolojî” wan mijûl dikin. Ocalan bi paradîgmaya xwe bêdewletbûna Kurdan rewa dike û Kurdan bê Kurdistan dihêle.
Bi salan, dema ku ji rêberên Rojava dihat pirsîn “hûn çi dixwazin?”, li şûna daxwazên berbiçav ên wekî “federasyon, otonomî,xweserî hwd.” Wan daxwazên nesiyasî pêşkêşkirin û di encamê de, ti destkeftiyên siyasî çênebûn
Biratiya gelan ne xelet e; ji hêla exlaqî ve, pêdivîye ku rêz li mafên gelên din were girtin. Ger em xwediyê heman maf û desthilatên gelên din bin, û ger têkiliyek hevbeş a pejirandî di navbera me de hebe ku ji hêla pergala navneteweyî ve were garantî kirin, wê hingê emê bêjin belê em bira ne. Ger maf an statuya me tune be, wê demê em ne bira ne, tenê em mişextî û penaber in.
Pirsgirêkên Kurdan bi gelên din re tune ne. Herêma Kurdistanê mînaka herî baş a vê yekê ye. Suryanî, Asûrî û Tirkmen li Hewlêrê û Duhokê ji hemû welatên din ên Rojhilata Navîn bêtir xwedî mafin. Ew azad in, aramin û ewle dijîn.
Ya mirî ne biratiya gelan e, ya mirî paradîgmaya Evdila Ocalan e. Divê dirûşmeya Kurdan ne “biratiya gelan” be, divê dirûşma Kurdan “yekîtiya Kurdan, mafên neteweyî yên Kurdan û serweriya li ser axa Kurdistanê” be.