Gelo rapora ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hatiye amadekirin ligel nêrînên Ocalan gûncaw e?

Gelo rapora ku ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve hatiye amadekirin ligel nêrînên Ocalan gûncaw e?

“Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ku di 5 ê Tebaxa 2025 an de hatiye damezrandin, rapora xwe ya dawî di 19 ê Sibata 2026 an de pêşkêşî raya giştî kir. Di raporê de bi giranî niyeta dewleta Tirk çi bû û xetên giştî yên peymana di navbera Îmraliyê û dewleta Tirk de hatin destnîşankirin. Di vî warî de, rapor nîşanî me dide ka dê di pêşerojê de çi were kirin û pirsgirêka Kurd dê ji bo Tirkiyê ber bi ku ve biçe. Ji ber vê yekê, ew raporek ji ya bawerpêkirî girîngtir e.

Di raporê de divê hin sernav ji bo çareseriyek rastîn a pirsgirêka Kurd hebin. Divabû ev sernav ev bûna:

1- Sedemên dîrokî û yên serdemî yên pirsgirêka Kurd bihatana diyarkirin. Divaya bû kêmanî behsa komkujî, valakirina gundan û neheqiyên ku di dîroka Komarê de ji ber înkarkirina mafên wan ji aliyê dewletê ve li ser Kurdan hatine kirin bikira.

2- Mafê xwerêveberiyê yê Kurdan, pênaseyên wan di destûrê de, mafên wan ên netewebûnê û hwd., divabû bihata nîqaşkirin.

3- Piştî ku ev hemû pênase hatin kirin, vegerandina navan cihûwarên me Kurdan, valakirina girtîgehan, eşkerekirina cînayetên kujer nediyar, darizandina berpirsiyaran û vegera gerîlayan biryarên rêkxeşker nîqaş bikira. Divê nexşerêyek pratîkî ji bo vekirina rê li ber vegera wî hebûya. Di dawiyê de, Ocalan dikaribû di vê çarçoveyê de ji mafê hêviyê sûd werbigirta.

Di bin van sê sernavan de, hebûna pirsgirêka Kurd dê bihata qebûlkirin û çareseriyek dê bihata pêşkêş kirin. Lêbelê, di raporê de navê Kurdan cih negirtî ye. Peyva “Kurd” jî di raporê de nayê behs kirin. Di rastiyê de rapor îfadeyên nezelal bikar tîne ka çawa pirsgirêka PKK ê çareser dike, ne ku pirsgirêka Kurd çareser dike. Bi kurtasî ku rapora 19 ê Sibatê dibêje, “Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tune ye, pirsgirêka terorê heye.” Wekî din dibêje di rastiyê de li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tune ye.

Dema ku ji vê perspektîfê raporê binêrin, rapor ne wekî ku çapemeniya partiya Dem û PKK diyar kiriye, “raporekê de hin kêmasî dîyar dibin hewceyê başkirinê ye.” Raport bi binyat de xelet e, înkarkirina Kurdan e. Bi rastî, em dikarin bibêjin ku ew pir bi zelalî eşkere dike ku tiştê ku jê re “Tirkiya bê teror” tê gotin, di rastiyê de projeyek “Tirkiya bê Kurd” e.

Li şûna azadî û wekheviya Kurdan, rojev li ser “mafê hêviyê” yê Ocalan tê meşandin. Yanî, hesabdana sedsalek zilm û zorê li ser Kurdan û 20 mîlyon Kurdên li Bakurê Kurdistanê ji bo Ocalan tên qurbanîdan. Ocalan 77 salî ye. Ew ê 50 salên din nejî. Gelo Kurd dê dev ji hemî mafên xwe berdin da ku Ocalan ji mafê hêviyê sûd werbigire, û dûv re piştî mirina Ocalan di 4-5 salan de dîsa ji bo mafên xwe şer bikin? Ev polîtîkayek dewletê ya bi zanebûne, polîtîkayek mişûlkirin û tunekirina Kurdan e.

Gelo aliyê Kurd li ser vê rewşê çi dibêje? Rastî ev e ku di nav hêzên ku pêvajoyê dimeşînin de nûnerên Kurd tune ne. Ji ber ku kes li ser navê Kurdan daxwazan nake. Kes destkeftiyên berbiçav naxwaze. Ji 50 kesan, tenê 3 kesan rapor red kirin, ku tê de tiştek li ser mafên Kurdan tunebû. Ew 3 kes ji rêxistinên çepgir ên Tirkî bûn, û wan diyar kir ku wan ji ber ku raporê de “pirsgirêka Kurd nehatiye pênasekirin” rapor redkrin.

Lêbelê, Partiya DEM jî di wê komîsyona ku ev rapor amade kir bû û bi hemû endamên xwe re denge belê da. Piştre wan li ser çend xala nerazîbûn dîyar kirin ew jî li ser “navê pêvajoyê, azadiya Ocalan û  sererastkirina destûrî derbarê ziman” bûn.

Piştî vê yekê, daxuyaniyek ji KCK hat. Hin derdoran daxuyaniya KCK wekî “rexneyên tund” şîrove kirin. Lêbelê, ji KCK jî rexneyek tund ne bû. Wan tenê bêçekkirina gerîlayan û vegera wan a Tirkiyê bi şertê “vekirina rê ji bo siyaseta demokratîk” ve girêda.

Yanî, aliyê qaşo Kurd, KCK û Partiya DEM, di derbarê çêkirina destûrî li Tirkiyê, naskirina Kurdan wekî gel, an jî şêwazê xwerêveberinê bi tu awayî tiştek negotin e.

Ji xwe ew nikarin tiştek bibêjin. Çima? Ji ber ku rapora ku ji hêla komîsyonê ve hatiye amadekirin bi rastî ji hêla Ocalan ve hatiye pejirandin.

Ev rapor mehek e tê nivîsandin û Partiya DEM ê ji dinava komisyona nivîsêde bû. Di 16 ê Sibatê de, Partiya DEM çû Îmraliyê û bi Ocalan re civiya, çarçoveya rapora amadekirin jî hat gotûbêj kirin. Li gorî agahiyên ku me ji hin çavkaniyên PKK ê wergirtine, rapor berê ji Ocalan re jî hatiye şandin. Û Ocalan daxwaza pejirandina raporê ji wan kiriye…

Bi rastî, rapora Komîsyonê ku Kurd îro jê nerazî ne, bi tevahî bi nêrînên Ocalan pêktê. Ji ber ku Ocalan çi daxwaza mafên destûrî ji bo Kurdan nake. Ocalan di nameya xwe ya 27 ê Sibatê de, ku “daxwaza hilweşandina PKK ê kiri bû” çi gotiye? “Dewleteke neteweyî ya cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî nikarin bersiva sosyolojiya dîrokî ya civakê bidin.”

Ocalan daxwaza guhertina sînoran nake. Ocalan daxwaza xwerêveberiyê ji bo Kurdan nake. Ocalan daxwaza naskirina Kurdan wekî neteweyek di Destûra Bingehîn de nake. Ocalan daxwaza qebûlkirina Kurdî wekî zimanekî fermî yê Tirkiyê nake.

Gelo Ocalan ji bo Kurdan çi dixwaz dike? Demokrasî…

Peyva demokrasiyê di destpêka her tiştî de datînin û têgehên mîna Tirkiyeya demokratîk, neteweya demokratîk, yekîtiya demokratîk, sosyalîzma demokratîk diafirînin û dixwazin ku Kurd van tiştan bixwazin. Demokrasî wekî kilîla çareseriya her tiştî tê pêşkêş kirin. Demokrasî wekî dermanê êşbir tê pêşniyar kirin ku hemî êşan derman dike. Ne wisa ye; demokrasî şêwazekî rêveberîyê ye. Demokrasiyên baş û demokrasiyên xirab hene. Armanca rastîn a Kurdan ji bo nasname, maf û mafê xwerêveberiyê ye. Ev bi pênaseya destûrî têne bidestxistin. Heke demokrasî weke “çûtê avê” ye çi destkeftên misoger bû nîne.

Ocalan ji bo Kurdan tiştekê daxwaz nake.

Ji ber vê yekê rapora ku ji hêla Parlamentoyê ve hatî amadekirin ji bo Kurdan tiştek nagire nav xwe.

Ji ber vê yekê rapora Parlamentoyê di rastiyê de rapora Ocalan e. Ew bi tevahî li gel nêrînên Ocalan hev dike.

Rexneyên ku ji hêla Partiya DEM û KCK ve tene kirin ne dijî dewletê ne. Ew ji bo rê li ber rexneyên Kurdan bigirin û bibêjin “Binêrin, em jî rexne dikin, her tişt dê çêtir bibe” di axivin.

Ew pêvajoya ku Baxçelî, Ocalan û Erdogan wekî çareserî bi nav dikin, di rastiyê de pêvajoyeke ji bo rizandina Kurdên li Bakurê Kurdistanê. Rapora parlementoyê ev yek bi awayekî zelal aşekere kir.