Îranê cezayê bidarvekirinê yê 2 ciwanên Kurd pejirand

Dadgeha Bilind a Îranê biryara Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê ya ji bo bidarvekirina 2 ciwanên Kurd pesend kir.
Ew ciwan ji Bokanê ne û piştî xwenîşandanên sala 2022yan hatibûn desteserkirin.
Rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku cezayê bidarvekirinê yê wan her du ciwanan ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatiye piştrastkirin.
Li gorî agahiyan, Reûf Şêx Merûfî û Mihemed Ferecî doh ji vê biryarê hatine agahdarkirin.
Ew her du ciwan niha li Girtîgeha Navendî ya Bokanê girtî ne.
Reûfê 23 salî 26ê Kanûna Pêşîn a 2022yan hatibû desteserkirin.
Her wiha Mihemedê 24 salî jî 21ê Sibata 2023yan hatibû desteserkirin.
Ew payîza îsal cuda cuda derketibûn pêşberî dadwer.
Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Mehabadê cezayê bidarvekirinê dabû wan her du ciwanan.
Ew bi tohmetên “dijminatiya li hemberî Xwedê” û “derxistina fitne û fesadiyê ya li ser rûyê erdê” hatibûn cezakirin.
Li gorî amarên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), ji destpêka sala 2025an heta dawiya salê li Îranê hezar û 922 kes bi tohmetên cuda hatine bidarvekirin.