New York Times: Êrîşa li ser Girava Xargê piraniya hinardekirina petrolê rawestandiye

New York Times: Êrîşa li ser Girava Xargê piraniya hinardekirina petrolê rawestandiye

Medyayeke Îranê îro (Şemî, 14ê Adara 2026ê) ragihand ku, êrîşên asmanî yên Amerîkayê li ser girava Xargê tu zirarek nedaye jêrxaneya petrolê ya wê giravê.

Ajansa Farisê ya nûçeyan ji çend çavkaniyan ragihand ku, Amerîkayê li serê sibeha îro êrîşî Girava Xargê kir û dengê zêdetir ji 15 teqînan hat bihîstin.

Çavkaniyan eşkere kiriye ku, di van êrîşan de zirar negihîştiye tu jêrxaneyeke petrolê.

‘New York Times’ê jî ji rayedarekî Îranê belav kir ku, êrîşa li ser Girava Xargê pareke mezin ji hinardekirina petrolê rawestandiye. Eşkere jî kiriye ku, “Êrîşa li ser wê giravê mezin û wêranker bû, bi rengekî ku mîna erdhejekê bû”.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha îro di postekê de li ser platforma ‘True Social’ê nivîsand: Berî çend kêliyan, bi fermana min, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê yek ji êrîşên asmanî yên herî bihêz di dîroka Rojhilata Navîn dest pê kir, û hemî armancên leşkerî yên li ser ‘Gewhera Tac’ê ya Îranê, Girava Xargê, bi tevahî wêran kirin.

Serokê Amerîkayê herwesa tekez jî kir: Heta niha çekên me bihêztirîn û pêşketîtirîn çekên cîhanê ne.

Trump eşkere jî kir: Min destûr nedaye ku jêrxaneya petrolê ya wê giravê bê wêrankirin, lê heke Îran an her aliyekî din her karekî bike ku rêyê li ber keştîyan bigire ku bi azadî û ewlehî di Tengava Hurmizê re derbaz bibin, ez dê tavilê wê biryarê binirxînim.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.