Serok Barzanî: Tewanê kîmyabarankirina Helebce zulmeke mezin bû li dijî gelê Kurdistanê

Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabaran Helebce de peyamek belav kir û ragehand: ‘’Hîn li Iraqê kesên şovenîst hene li dijî mafên gelê Kurdistanê ne.’’
Îeo 16.03.2026ê Serok Mesûd Barzanî di salvegera 38emîn a kîmyabaran Helebce de peyamek li ser tora xwe ya civakî X de belav kir û ragehand: ‘’Tewanê kîmyabarankirina Helebce zulmeke mezin bû li dijî gelê Kurdistanê. Li tu cîhekî cîhanê nebûye dewletek hemwelatiyên xwe bi çekên kîmyayî jenosîd bike. Lê di nav Iraqê de ew tewanê mezin li dijî gelê Kurdistanê hat encam dan.’’
Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Tevî wî tewanê hovan jî hîn li Iraqê kesên şovenîst hene dijî mafên gelê Kurdistanê ne, tewanê Helebce û hemû tewanên din ên dema borî berpirsyartiya wê ya dîrokî û yasayî li ser milê Iraqê ye û divê gelê Kurdistanê qerebû bike.’’
Di dawiyê de jî Serok Barzanî got: ‘’Di vê bîranînê de silav ji bo ruhê paqij ê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê.’’