HSDê nasnameyên 6 şervanên xwe aşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameya 6 şervanên xwe aşkere kir, yên ku di êrîşên çeteyên Şamê de li ser Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dabûn û ji nû ve agahiyên mirina wan hatin weşandin.
HSDê îro, roja Sêşemê 17ê Adara 2026an, di daxuyaniyekê de nasnameya 6 şervanên xwe aşkere kir ku di êrîşên komên çeteyên Şamê de li herêmên Eyn Îsa, Hesekê, Reqqa û Dêrazorê di Çileyê îsal (2026) de canê xwe ji dest dabûn.
Navên wan bi vê rengî ne:
Ismet Altay
Ebdullah Dadak
Mihemed Mihemed Emîn
Xelîl Şêx Namis
Ebdullah Silêman
Hisên El Ebd