Wezareta Pêşmerge: Di êrîşa îro ya Îranê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30ên din jî birîndar bûn

6-peshmarga-info

Wezareta Pêşmerge dibêje, îro Îranê bi şeş moşekan êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirîye û di encamê de 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Daxuyaniya wezareta Pêşmerge:

Sibeha îro 24/3/2026 di du êrîşên cuda de, baregehekî fîrqeya 7 a peyade li devera 1 û hêzeke fîrqeya 5 a peyade ya hêzên Pêşmerge li sînorê Soran, di çalakiyeke dijminane de û bi xedr û xiyanet û dûr ji hemû rewiştên mirovahî û cîrantiyê, bûn armanca êrîşa 6 moşekên balîstî yên Îranî. Di encamê de 6 Pêşmergeyên qahreman şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Di demekê de ku bi tundtirîn şêwe vê êrîşê û hemû êrîşên din ên terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin, em dûpat dikin ku mafê me yê tam heye ji bo bersivdana her destdirêjiyeke ku li ser gel û axa me bê kirin.

Bi hîç rengî me çaverê nedikir ku bi vî awayê namerdane, bersiva helwesta aştiyane ya Herêma Kurdistanê bê dan. Lê belê temenê xedr û stemê kurt e û îradeya aştiyê dê serbikeve.

Ligel sersaxî û hevxemiya me bo malbat û kesûkarên şehîdên me, em hêviya başbûna bilez bo birîndarên me dixwazin. Careke din daxwazê ji hemû aliyan dikin ku şer û alozî ji Herêma Kurdistanê dûr bixin, û daxwazê ji hikûmeta fîderal, civaka navdewletî û hemû dostên xwe dikin ku li hember van binpêkirinan bêdeng nemînin û sînorek ji bo vê destdirêjiya bêbak bê danîn.