Peyama sersaxiyê ji Leyla Zana bo şehîdbûna 6 Pêşmergeyên Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro ragihand ku siyasetmedar û kesayetiya nîştimanperwer a Kurd û parlamentera berê ya Tirkiyeyê Leyla Zana, peyameke xemgînî û sersaxiyê ji wan re şandiye.
Destnîşan kir, Leyla Zana di peyama xwe de, xemgîniya xwe ya kûr ji bo şehîdbûna şeş Pêşmergeyan û birîndarbûna hejmareke din diyar kiriye.
Mesrûr Barzanî gotiye: “Me li gel spasiya xwe ji bo hevxemiya wê, dûpat kir ku şehîdên me dê her tim di dilê gelê Kurdistanê de zindî bimînin, rê û rêbaza wan dê berdewam be û serkeftin jî dê ji bo gelê Kurdistanê be.”