Nêçîrvan Barzanî: Divê Hikûmeta Federal Maf û Nasnameya Kurdên Feylî Vegerîne

Nêçîrvan Barzanî: Divê Hikûmeta Federal Maf û Nasnameya Kurdên Feylî Vegerîne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 46emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî de peyamek belav kir û bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku erkên xwe yên yasayî û exlaqî li hemberî vê pêkhateyê pêk bîne. Barzanî daxwaz kir ku qerebûya madî û manewî ya qurbaniyan were kirin û nasname û milkên wan werin vegerandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser êş û azarên Kurdên Feylî û destnîşan kir ku ev pêkhate tenê ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rûbirûyî jenosîd, derbiderkirin û windakirinê bûye. Barzanî got: “Derbiderkirina bi sed hezaran Kurdên Feylî û bêserûshûnkirina bi dehan hezaran ji wan, jenosîdeke nijadperestane ya Partiya Basê bû ku dîrokeke reş û raboriyeke tahl ji bo Iraqê li dû xwe hişt.”

Serokê Herêma Kurdistanê bi bîr xist ku Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê ev tawan wekî “jenosîd” nas kiriye. Li ser vê bingehê, wî bang li Bexdayê kir ku:

Li gorî biryarên dadgehê, qerebûya madî û manewî ya ziyandîtiyan bike.

Nasnameyên hemwelatîbûnê yên hatine zeftkirin, cardin bide Kurdên Feylî.

Mal û milkên wan ên ku di dema rejîma berê de hatine desteserkirin, bo wan vegerîne.

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de pesna dilsozî û qurbandana Kurdên Feylî da û diyar kir ku ew ê her dem piştevaniya daxwazên wan ên rewa bikin. Barzanî herwiha tekez kir ku divê ev raboriya tahl bibe “pend û wane” ji bo avakirina pêşerojeke baştir li ser bingeha pêkvejiyan û hevduqebûlkirinê li Iraqê.

Serokê Herêma Kurdistanê peyama xwe bi silavkirina canê pak ê şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê bi dawî kir.