Serok Barzanî: Erka Iraqê ye ku Qerebûya Jenosîda Kurdên Feylî Bike

Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 46emîn salvegera jenosîda Kurdên Feylî peyamek belav kir û ragihand ku dewleta Iraqê bi qerebûkirina maddî û manewî ya vê pêkhateyê berpirsiyar e. Serok Barzanî destnîşan kir ku 4ê Nîsanê di dîroka gelê Kurdistanê de wekî “rojeke xemgîn û tije êş” cih digire.
Serok Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser hovîtiya rejîma berê ya Iraqê û diyar kir ku Kurdên Feylî tenê ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rûbirûyî zilm û komkujiyan bûne. Barzanî got: “Şehîdkirina bi hezaran ciwanan, zeftkirina nasnameyê û derxistina bi dehhezaran malbatên Kurdên Feylî, beşek ji wan planên sîstematîk bûn ku ji aliyê rejîma berê ve li dijî gelê Kurdistanê dihatin meşandin.”
Serok Mesûd Barzanî tekez kir ku berpirsiyariya qerebûkirina van karesatan li ser milê dewleta Iraqê ye. Serok Barzanî daxwaz kir ku hemû êş û ziyanên ku gihîştine Kurdên Feylî werin qerebûkirin û mafên wan ên hemwelatîbûnê bi temamî werin parastin.
Di beşeke din a peyama xwe de, Serok Barzanî pesna rola dîrokî ya Kurdên Feylî di şoreş û tevgera azadîxwaza Kurdistanê de da û got: “Rola têkoşerên Kurdên Feylî di piştgirîkirina doza gelê me de tu carî nayê jibîrkirin. Ew her dem beşekî ezîz û rûmetdar ê gelê Kurdistanê ne.”
Serok Barzanî peyama xwe bi silavkirina giyana pak a şehîdên Kurdên Feylî û hemû şehîdên Kurdistanê bi dawî kir.