Bingeha Qesrikê ya Amerîkayê li Hesekê hat armancgirtin

Îro, 4ê Nîsana 2026an, li gundewarê parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, bingeha serbazî ya Qesrikê ya girêdayî hêzên Amerîkayê, bi du balafirên bêmirov (dron) ên bombekirî hat armancgirtin.
Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, derdora bîngeha serbazî ya Qesrikê bi du dronan hatine bombebarankirin. Hat ragihandin ku tevî dijwariya êrîşê, di encamê de ti ziyanên canî yan madî neketine.
Hêjayî gotinê ye ku bîngeha Qesrikê berî niha ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatibû valakirin, lê belê ji ber pêgeha wê ya leşkerî, di mehên dawî de gelek caran dibe armanca êrîşên mîlîşyayên ser bi Îranê ve. Ev êrîş wekî berdewamiya rageşiya navbera Washington û Tehranê li ser axa Sûriye û Iraqê tê nirxandin.
Ji ber zêdebûna gefên dronî û mûşekî, hêzên Amerîkayê li piraniya bîngehên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê sîstemên berevaniya asmanî yên pêşketî bicih kirine. Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tekez dikin ku hebûna wan a li herêmê ji bo parastina aramiya herêmê û rêgirtina li serhildana careke din a rêxistina terorîstî ya DAIŞê ye.