Mesrûr Barzanî: Biryara 688 ji bo Parastina Kurdistanê Werçerxaneke Dîrokî Bû

Mesrûr Barzanî: Biryara 688 ji bo Parastina Kurdistanê Werçerxaneke Dîrokî Bû

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, bi helkefta salvegera derçûna biryara 688 a Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî peyamek belav kir û tê de tekezî li ser giringiya vê biryarê di dîroka gelê Kurdistanê de kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku biryara 688, ku di 5ê Nîsana 1991ê de hatibû pejirandin, di bersivdana civaka navneteweyî de bo parastina xelkê Kurdistanê “werçerxaneke dîrokî” bû. Ev biryar bû bingeha avakirina “Devera Ewle” (Safe Haven) ku gelê Kurdistanê ji êrîş û komkujiyên rejîma wê demê ya Iraqê parast.

Di peyama xwe de, Barzanî bi taybetî spasiya welatên dost û hevalbend kir û got, “Me gelek spasî û rêz ji bo alîkarî û piştivaniya dostên xwe li welatên Amerîka, Brîtanya û Fransayê hene. Hevkarî û piştivaniya wan di wan rojên dijwar de hîç caran nayên jibîrkirin.”

Biryara 688 ne tenê rê li ber koça milyonî ya kurdan girt, lê di heman demê de bû zemîna yasayî ku piştî wê saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê ava bibin. Serokwezîr bi vê peyamê careke din pabendbûna Herêma Kurdistanê bi pêwendiyên navdewletî û parastina destkeftên dîrokî dubare kir.