Washington û Tehran li ser agirbesteke 45 rojî gotûbêjan dikin

Washington û Tehran li ser agirbesteke 45 rojî gotûbêjan dikin

Malpera nûçeyan a navdar a Amerîkî, Axios, eşkere kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DY) û Komara Îslamî ya Îranê, bi navbeynkariya çend welatan, li ser pêşniyara agirbesteke 45 rojî di nav danûstandinan de ne.

Li gorî rapora ku îro, 6ê Nîsana 2026an, hatiye weşandin, ev liv û tevgera dîplomatîk wekî “derfeta dawî” tê pênasekirin. Armanc jê ew e ku rê li ber karesateke mirovî û şerekî berfireh ê herêmî bê girtin ku niha Rojhilata Navîn bi giranî di bin gefa wê de ye.

Tevî ku hewldan gihîştine asteke bilind, çavkaniyên agahdar ji Axios re ragihandine ku di nava 48 saetên bê de şansê gihîştina rêkeftineke dawî “gelekî kêm e.” Ji ber ku hîn jî li ser gelek xalên stratejîk û teknîkî di navbera Washington û Tehranê de nakokiyên kûr hene ku nehatine çareserkirin.

Ev hewildan di demekê de ne ku rageşiya leşkerî li Rojhilata Navîn gihîştiye asta herî bilind. Welatên navbeynkar hewl didin bi rêya vê agirbesta 45 rojî, hinekî ji girjiya li navçeyê kêm bikin û rê li ber rûbirûbûneke rasterast a leşkerî bigirin ku dikare karesateke mezin bi xwe re bîne.

Heta niha bi fermî ji aliyê wezareta derve ya her du welatan ve daxuyaniyeke piştrastkirinê nehatiye dayîn, lê çavên cîhanê li encamên van gotûbêjên nepenî ne.