Yalçın Küçük, mamosteyê îdeolojî yê Ocalan û PKKê koça dawî kir

Hate hînbûn ku Yalçın Küçük, ku demeke dirêj bû ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihate dermankirin, roja duşemê piştî nîvro li Enqereyê koça dawî kir.
Yalçın Küçük, lêkolîner û akademisyenê ku yek ji kesayetên navdar ên çepgirên Tirkiyeyê ye, di 87 saliya xwe de koça dawî kir.
Heta niha derbarê bernameya merasîma cenazeyê Küçük de tu daxuyanî nehatine dayîn.
Yalçın Küçük kî ye?
Küçük di sala 1938an de li Îskenderûnê ji dayik bûye. Di salên xwendekariya xwe de li Fakulteya Zanistên Sîyasî ya Zanîngeha Enqereyê wekî serokê Federasyona Klobên Ramanan, paşê Federasyona Klobên Ramanan ên Sosyalîst (Dev-Genç) û Partiya Rizgariya Gelê Tirkiyeyê xebitî.
Yalçın Küçük weke mamosteyê îdeolojî yê Ocalan û PKKê tê naskirin. Wî di danpêdanên xwe de li dadgeha Ergenekonê behsa hinek nehêniyên PKKê û rêberê wê Abdullah Ocalan kir û bi vî awayî dibêje:
“Ez vê yekê pir vekirî dibêjim; Abdullah Ocalan Kurdê Tirkiyeyê ye, serokatiya Barzanî qebûl nake.
Min axaftina xwe ya destpêkê gotê Ocalan: Tu çi qas hez ji Kemal Paşa (Atatûrk) dikî? Bi rastî jî wî pir pîroz dike û bi Tirkiyeyê ve pir girêdayî ye.
Tiştê ez di warê teorî de dibêjim; Kurdên Tirkiyeyê Kemalîst in û bûne Kemalîst.”
Di beşeke din a gotinên xwe de Yalçın dibêje: “Karê min xelas, rewşenbîrên Kurd
bûne dijminên Barzanî û serxwebûnê.”