Pêşmergeyekî birîndar ê êrîşa li ser Soranê şehîd bû

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro, Sêşemê 7ê Nîsana 2026an, Pêşmergeyekî din ê ku di êrîşa mûşekî ya Îranê de birîndar bibû, piştî 15 rojan li nexweşxaneyê şehîd bû.
Li gorî daxuyaniya fermî ya wezaretê, Pêşmergeyê bi navê Weysî Axir Seîd Şêrwanî, ku endamê Firqeya Pêncê ya Peyade ya Fermandariya Devera Yekê bû, ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyeke Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Şêrwanî yek ji wan birîndaran bû ku di êrîşa 24ê Adara 2026an de li sînorê Soranê hatibû armancgirtin.
Di berbanga roja 24ê Adara 2026an de, hêzên Îranê bi şeş mûşekên balîstîk êrîş biribûn ser du bingehên cuda yên hêzên Pêşmerge (Firqeya Heftê û Firqeya Pêncê) li devera Soranê.
Di roja êrîşê de 6 Pêşmerge şehîd bûbûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bibûn.
Bi şehîdbûna Weysî Şêrwanî re, hejmara şehîdên vê êrîşê gihîşt 7 kesan.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de, tevî sersaxiya ji bo malbata şehîd û gelê Kurdistanê, careke din bi tundî êrîşên bi vî rengî şermezar kirin. Wezaretê ev êrîş wekî kiryarên “nerewa” li dijî hêzên Pêşmerge û xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê binav kirin û tekez kir ku ev destdirêjî aramiya herêmê dixe metirsiyê.